Li dijî zîhniyeta serdest a mêr firotina ecînê berdewame
09:07
JINHA
WAN – Hulya Onlu ya di meha Remezanê de ecîn çêdike û li der difiroşe bi pereyê ku qezenc dike, debara xwe dike. Hulyayê got ew li dijî gotina zîhniyeta serdest ya mêr ya wekê ‘ti şerm naki bi vê jintiya xwe li kolanê firotinê dikî’ bi firotina ecîna ku çêdike têdikoşe.
Jinên ku di her qadên jiyanê de aktîf rolê digire, li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîna xwe berdewam dike. Li Wanê ji ber meha Remezanê Hulya Onlu ecîn çêdike û difiroşe. Hulyayê got bi dehan carî rastî gotinên zîhniyeta serdeya mêr ya wekê ‘ti şerm nakî bi vê jintiya xwe li vir ecin diforoşî’ hatiye û got: “Li dijî van gotinan min karê xwe berdewam kir. Kolan ne tenê cihên mêrane. Mafê jinan jî heye ku li van kolanan bigere. Me ev maf ji kesînegirt, em nadin kesî jî.”
‘Ez naxwazim di bin emrê mêr de bixebitim’
Hulyayê destnîşan kir ku di alî aborî de zehmetiyan dikişîne û ji ber vê jî di meha Remezanê de ecîn difiroşe û got: “Berê di karên cuda de xebitim. Lê di van karan de ez di bin emrê mêr de bûm. Ji ber vê min zehmetî dikişand. Ez naxwazim di bin emrê mêr de bixebitim. Min zehmetiya vê li cihên ku xebitîn dît.”
Hulyayê bi lêv kir ku jin li şûna ku di qada xebatê de cih bigirin, xwe li malê heps dikin û got: “Ev pêngavek biçûk be jî ez karê xwe dikim.Ez ecîn difiroşim. Beyî ku hewcedarî kesî bim li ser lingê xwe disekinim. Destpêkê ji aliyê mêran ve gotinên qirêj dihatin gotin. ligel vê bertekên erênî jî hebûn. Divê jin li gorî kesî tevnegere. Bila jin bixwe bawer bin.”
(hu)