'Divê asta nîşandayîna bertekê li hember tecrîdê bilindtir bibe'
09:33
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN- Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nirxandin kir. Heyfa got, "Felsefeya Rêber Apo projeya çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e, ji bo wê êdî divê xwediyê vê projeyê were azadkirin."
Bertek li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêde dibe. Têkîldarê mijarê Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo nirxandin kir. Heyfa diyar kir ku dewleta Tirkiyê bi konsepta şer re tecrîdek girankirî li Îmraliyê hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tîne û wiha got, "Rêber Apo ku zêdetirî salekê di bin tecrîda girankirî de ye. Rêber Apo ji jinan û tevahî cîhanê re bûye felsefe çareseriyê. Pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn de bûne girêk, Rêber Apo demeke dirêje bi lêhûrbûna xwe sentezekî nû daniye holê. Ji bo vê yekê em wekî gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin ku projeya çareseriyê ya Rêber Apo daniye, wek alternatîfekê hember sermayedara ye. Ev felsefe û tezên ku ji aliyê Rêber Apo ve tên dayîn xeteriyê li ser berjewendiyên van sîsteman çêdike, ji bo vê yekê eger em sedemê tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tên meşandin bipirsin, bêguman ev ji hev ne qut e."
'Em îlhama xwe ji projeya xweseriya federal digrin'
Heyfa bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember tecrîda girankirî û wiha domand, "Di dîrokê de tenê kesên ku fikrê wan xeteriyê li ser sîstemên desthilatdar çêdike, tên girtin û bi cezayê giran tên cezakirin. Ji bo vê yekê tecrîd û dîlbûna Rêber Apo ji bo vê sedemê tê meşandin. Di demeke ku aloziyeke bi vî rengî di cîhanê de tê jiyîn û gelên cîhanê li çareseriyê digerin, Rêber Apo berî niha bi demeke dirêj şêwazê çareseriya pirsgirêkan danîbû holê. Taybet ji bo Rojhilata Navîn felsefe û rêya jiyana nû ku wê çawa be, piştî sedsalan jiyana tarîtiyê, her wiha hilweşandina sîstemên dewletperest datîne. Ev projeya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn, mînaka wê projeya Rêveberiya Xweser û Federaliyê li Bakûrê Sûriyê tê dîtin û li tevahî cîhanê deng vedaye. Di dema ku gelek welat û gelên cîhanê serkeftina vê projeyê erê û qebûl dikin, kiryarên bi vî rengî li ser Rêber Apo tên meşandin. Me îlhama vê projeyê ji Rêber Apo girtiye, di fikir û felsefeya wî de projeyek hevbeş û cîhanî ku hemû gel bi azadî tê de bijîn heye. Jin dikare bi azadî tê de jiyan bike. Lê Tirkiyê û dewletên desthlatdar bi hinceta ev proje xeteriyê li ser wan çêdike, tecrîdek giranî xistine dewrê."
'Tecrîd di nav tecrîdê de pêk tînin'
Heyfa balkişand li ser kiryarên dewleta Tirkiyê û wiha domand: "Dewleta Tirkiyê ji demên borî û heya niha bi kiryarên xwe yên faşîzane rêgezên mirovahiyê li pêşiya çavên her kesî binpê dike. Tecrîda ku li ser Rêber Apo dide meşandin, di tu deverên cîhanê de nehatiye kirin. Piştî vê jî di nava tecrîdê de tecrîdeke din pêktîne. Em weke gelê Rojavayê Kurdistanê di gelek mijaran de deyndarê Rêber Apo ne."
'Divê em xwedî li xwediyê felsefeya çareseriyê derkevin'
Heyfa projeya konfederalîzma demokratîk wekî alternatîfa pirsgirêk û qeyrana cîhanê dît û wiha nirxand: "Projeya Demokratîk ango konfedralîzma Rojhilata Navîn gav bi gav di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk tê. Ev jî bi xwe re projeya sîstemên sermayedar bindixîne. Di Tirkiyê de ji projeya çareseriya modernîta demokratîk re bertekeke hişk û dijwar tê nîşandayîn. Li ser vî bingehî ev zêdetirî salekê tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, hevdîtinên malbat, heyeta HDP'ê û parêzeran çênabin. Ji bo tenduristiya Rêber Apo, em weke jinên kurd û Rêveberiya Xweser bi metirsî û guman in. Li ser vî bingehî Jinên Kongreya Star bi tevahî dest bi pêvajoyeke komkirina îmzeyan kirine. Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Rêber Apo ne tenê wek kesayetekî ji rêzê ye. Ew xwedÎ nirx û felsefeyekê ye. Ger em bixwazin ji vê qeyrana ku tê jiyîn derkevin divê em xwedî li xwediyê felsefeya çareseriya vê qeyranê derkevin."
'Divê asta nîşandayîna bertekê li hember tecrîdê bilindtir bibe'
Heyfa Erebo destnîşan kîr ku divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan her kes bikeve nava tevgerê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li tevahî Kurdistanê hewildanek ji bo azadkirina Rêber Apo heye, lê ev hewildan têr nake. Em di sedsala 21'ê de dijîn, felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê hatiye naskirin, divê asta bertekê li hemberî tecrîdê ji asta heyî bilindtir bibe. Tevî ku hemû cîhan rewşa heyî dişopîne û jê agahdare, çavên xwe ji rewşa tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo digire. Rêber Apo 20 sal li Sûriyê û Rojava kedek mezin da. Divê gelê Rojava hîn zêdetir xwedî li Rêberê xwe derên. Dîsa pêşdîtin û felsefeya Rêber Apo ji bo me û gelê Sûriyê ronahî û xilaskirina ji qeyranê ye. Di vê dema krîzê de, serhildanê li dewletên ereban rû dayîn, ên weke Tûnus, Lîbiya, Misir ji ber ku alternatîfekî wan ya çareseriyê tunebû, serhildanên wan biserneketin."
Heyfa wiha dawî li axaftina xwe anî, "Li Bakurê Kurdistanê jî berxwedaniya ku li herêmên kurdî li hemberî dewleta Tirkiyê tên kirin, êdî hişmendiya dewlet-netew dihejîne. Wekî ku li Rojavayê Kurdistanê projeya çareseriyê ji felsefeya Rêber Apo girtiye, di heman demê de Bakur jî îlhama xwe ji projeya Rojava girtiye. Ji ber vê yekê tenê çareseriya pirsgirêka ku li Tirkiyê û Kurdistanê heyî, azadiya Rêber Apo ye. Eger ev nebe her ku biçe wê pirsgirêk kûr bibe. Li Rojavayê Kurdistanê ev têkoşîn jî li ber çavan e, li vir gel rêveberî û sîstema xwe ava dikin. Êdî ev model her ku diçe bêhtir tê naskirin û erêkirin, ji ber ku êdî dewlet-netew civakê difetisînê û pêwsîtiyên civakê pêknayîne, projeya alternatîf tê avakirin. Ji bo ku ev qeyrana li tevahî cîhanê derdikeve ji holê were rakirin, tenê çareseriya wê proje û felsefeya Rêber Apo ye. Divê em hemû xwedî li xwediyê vê projeyê derkevin û berî ku ev qeyran mezintir bibe em daxwaza azadiya wî bikin."
(hs/rc)