Xebata 23 sal: Şakarên mûzîka Kurdî
10:51
Şehrîban Aslan / JINHA
AMED - Lêkolînvan-nivîskar Zeynep Yaş a ku di temenê zaroktiyê de neçar maye tevî malbatê ji Kurdistanê koç bike, ji nûde vegerî Kurdistanê û li ser hunermendên kurdan lêhûrbûn kir. Zeynep di encama lêkolînê de ji Evdalê Zeynikê û heya Delîle aliyên hunerî kir pirtûk û di mûzîk, çanda kurdî de gavên mezin avêt.
Zeynep Yaş ya ku di temenek biçûk de ligel malbata xwe neçar maye ji Kurdistanê koç bike, piştî salên dûv û dirêj biryara vegera Kurdistanê da. Zeynep ji sala 1993'an dest bi lêkolîna mûzîk û çanda Kurdî kir û di 2003'an de hat Amedê. Zeynepê diyar kir ku ew di encamê lêkolînek berfireh de pirtûka bi navê "Şakarên Mûzîka Kurdî" amede kiriye û got mûzîk sînorên di navbera Kurdan de ji holê radike. Mûzîka kurdî vejînê îfade dike.
'Min xweser li ser çand û zimanê Kurdî xebatek pêk bînim'
Zeynepê anî ziman ku ew li bajarê Rojava beşa zimanê Fransî xwendiye û wiha got, "Min xwest li ser ziman û çanda xwe lêhûrbibim. Bi vê yekê re min lêkolînek berfireh da dest pêkirin. Ji bavê xwe min dest pêkir, bavê min ne dengbêj bû lê belê bi qasî dengbêjek bi hêz bû. Dûvre têkîldarê hunermendan min lêkolîn dest pêkir. Ya girîng ji bo min xebat li ser jinên Kurd bû. Yek ji wan jî Eyşe Şanê bû. Di encamê xebatê de min 12 CD amede kir."
'Li her derê min lêkolîna xwe berdewam kir'
Zenepê her wiha diyar kir ku ew di xebatên enstîtude cih girtiye û piştî Duhokê derbasî Silêmaniyê jî bûye û wiha pêde çû, "Li her derê min lêkolîna xwe berdewam kir. Sê sal li wir xebitim û min dît di mûzîka Kurdî de gelek deng hene wenda bûne. Min giranî da vî alî. Li ser Eyşe Şan û Mem û Zînê stran hene. Gotin Cemîl Horo û Eyşe Şanê stran gotine. Min guhdar kir. Lê di encamê de me dît ku ew deng ne dengê Cemîl Horoye, dengê Kemal Orkune. Piştî ku me Kemal Orkun derxist holê vê carê meraqê min hember Cemîl zêde bû. Gava ku min lêkolîn da dest pêkirin min dît ku li gel Cemîl, Kawîs Axa, Mahmut Hesen Kirorî, Îbrahîm Xelîl û Saîdê Ebo hene. Di nava her lêkolînek em hînê tiştek din dibûn."
Stranbêja 23'ê sal Gûlbahar
Zenepê destnîşan kir ku gelek hunerên ku bi gel re parvekiriye ne hatî nasîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "Yek ji van hunermendan jî Gûlbahara ku 23'ê sal di radyo Baxdadê de xebitî û stranbêjî kiriye. Di 272 bernameyê de stran gotiye. Ligel ku ewqas stran gotiye hîna tu albûmek wê tuneye. Tenê kesên ku jê hezdikirin û dengê wê ji radyo qeydkirin hebûn. Gelek car çûm gel wê û têkîldarê jiyana wêde min agahî berhev kir û kir arşîv. Agahiyên ku min girtine bi giştî min kir 6 CD. Cara yekeme ku albûma wê çêdibû."
'Ev meseleyek ya vejînê ye'
Zeynepê da zanîn ku ciwanên kurd dixwazin hunermendên Kurd nasbikin û wiha domand, "Piştî xebatek dûv û dirêj hatim Amedê. Min xebatê xwe kir du beş. Li ser 110 hunermendên Kurd xebat heye. Ji sala 1983'an Evdalê Zeynikê heya roja îro Şehîd Delîla. Ne tenê li ser hunermendên Kurd, di heman demê de gelek kesên ku xizmeta mûzîka Kurdî kirine jî. Her kes xwedî taybetmendiyek cuda bû. Tev jî bandorek cuda li ser min çêkir. Berî her tiştî mirov bi çandê xwe heye. Ev nirxek dîrokiye ji bo me maye. Ev meseleyek ya vejînê ye."
(rc)