Du jin bi mehane ji bo bêjin ‘Kurd hene’ dimeşin’
10:52
Ceren Karlidag/ JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN-Meşa Bahar Ada û Saadet Demîr ku piştî yekemîn dorpêçkirina Cizîrê dekerasyon pêşkêşî welatên NY’ê kirin û gotin ‘Kurd hene’ didome. Baharê têkildarî çalakiya xwe de got: “Cîhan bedene. Ger tiliyek nexweş be hemû beden zirarê dibîne. Îro cîhan ji ber hebûna gelekî tine dihesibîne nexweş dikeve.”
Bahar Ada ya 15 sale li Norveçê dijî û Saadet Demîr ya 26 sale li Norveçê dijî di 9’ê Cotmehê de meşek bi navê Existence March’ (meşa hebûnê) da destpêkirin. Piştî yekem dorpêçkirina Cizîrê bi pirsa ‘Em dikarin çi bikin’ meşê destpê kir. Ev meş ne meşek aştiyê û ne jî ya azadiyê bû. Ev meşa hebûna Kurdan bû. Bahar û Saadetê ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hatin Kurdistanê û zextê li ser gelê Kurd dîtin, piştî vedigerin Norveçê agahiyên komkujiya Cizîrê digirin.
‘Divê em hebûna xwe ji NY’ê şûnde bigirin’
Baharê got piştî 7’ê Hezîranê ew gelek bi bandor bûne û got: “Em hatin Norveçê û me wek zanîngeh gazî Îsmaîl Beşîkçî kir.Piştre min û Saadetê li cihekî ku înternet nîne 4 rojan tatîl kir. Em vegeriyan me agahiyên Cizîrê girti. Me got em herin. Lê bi ku de? 100 sal berê bi peymana Lozanê Kurd hatin parçekirin.Me got NY’ê hebûna me 100 berê tine kiriye û emê şûnde jê bigirin.”
‘Divê ji bo kurdan deparmana şopandin û kontrolê hebe’
Baharê bi lêv kir ku pişeya, dibistana xwe berdane şevekê alavên xwe girtine û derketine rê. Baharê wiha got: “Destpêkê me deklerasyoneke ji 5 xalî pêk tê amade kir. Ji bo em pêşkêşî welatên NY’ê bikin em ketin rê. Me ji Osloyê dest pê kir. Nokteya herî girîng ya danezana me ‘Li NY’ê ji bo Kurdan departmana şopandin û kontrolê vebibe’. Statuya Fîlîstiniyan 6 meh berê qezenc kir, em jî dixwazin. Ji ber vê ne hewceye dewletek Kurdan hebe.”
‘Emê çalakiya bêdem pêk bînin’
Baharê destnîşan kir ku bi hevkariya parlamenteran gensoru dane parlamentoyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bersivên ji NY’ê digirin dikin dosyayan. Bersivên em ji 9 welatan bigirin e û kampanyayên îmzeyan piştî meşê emê pêşkêşî NY’ê bikin. Heta em bersiva deklerasyonê bigirin emê li ber NY’ê çalakiya runiştinê ya bêdem pêk bînin. Heta niha em 1500 km meşiyan.”
‘Me Kurd parçe kirin lê em nekarin berhev bikin’
Baharê têkildarî civînên ku kli wezaretên karê derve kirine de jî agahî da: “Berdevkê Kurd yê parlamentoya Hollandayê dibêje; em dizanin çareseriya vê pirsgirêkê bi me re ye. Lê dibêje ku ji bo çareserkirina vê muxatab tine. Nabêjin ‘me Kurd parçekirine em niha nikarin berhev bikin.’ Dibêjin hun bixwe xwe berhev bikin.”
Meşa me dişibe çîroka derketina gerîla
Baharê behsa aliyê hestiyarî ya meşa xwe kir û got: “Dema me biryara meşê girt, me her tiştê xwe li pey xwe hişt. Ev dişibe çîroka derketina gerîla. Me agahî nedan malbatên xwe. Em li otobusê siwar bûn çûn Osloyê. Me nedizanî em çi bikin.”
Baharê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo sivîl bikevin nava tevgerê ev meşeke girînge û got lobiya sivîl gelek girînge û got ji bo sivîl hêza xwe bibînin dimeşin. Baharê da zanîn ku piştî Fransayê wê biçin Îtalyayê û got ew li bende bersiva ku bi Papa re hevdîtinê bikene.
(hu)