Kongreya Malbatên Şehîdan bi biryarên girîng bi dawî bû

13:40

JINHA

GIRGÊ LEGÊ - 3. Kongreya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi biryarên girîng dawî bu. Di kongreyê de heman demê de biryara avakirina meclîsa nû hat girtin.

Piştî rapora xebatên salê û rezik name hat xwendin nîqaş hatin çekirin. Dawiya nîqaşande birayarên girîng hatin girtin û her wiha 73 kes ji bo meclîsa nû hatin hilbijartin. Nave Saziya Malbatên Şehîda wek 'Meclîsa Malbatên Şehîdan' hat bi navkirin. Bi tevlîbuna 477 delege û gelek guhdarvanan a li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlan, hat lidarxistin bi dawî bu. Di kongreyê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Foza Yûisv, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan, Hevserokên Desteya Hindirîn Şêrîn Adem Kenan û Kenan Berekat, Hevserokên Desteya Enerjiyê Silman Arif û Semer Hisên, Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Fatme Tahir, Hevserokê Desteya Şûnwaran Hisên El-Elî, endamên dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn û Ebdilkerîm Siko, Hevserokê Desteya Karê Derve Ebdilkerîm Omer, Berdevê YPG’ê Rêdûr Xelîl, Hevserokên Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Endamên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl û Henîfe Hisên, Hevserokên TEV-DEM’ê Adalet Omer û Xelîl Osman, Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Sellûm, Cîgirê Hevserokatiya Kantonê Şêxmûs Mûsa, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Ayhan Murad, Endamê komîteya Gaziyên Rojava Sîpan Şêrwan, Endamê Rêvberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ferhad Dêrik, şandeyek ji Kobanê û nûnerên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl ên Kantona Cizîrê, amade bûn.

Piştî ku kongre bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi boneya salvegera bîranîna çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan), sînevizyoneke hat pêşandan, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûisv ve hat kirin. Piştî axaftina Foza Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û gelek kesên din jî axivîn.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, peyamên pîrozbahiyên hatin xwendin. Di dewama kongreyê de kar û xebatên saziyê yên ku di sala derbasbûyî de, awayê aktîvkirina rola komîn û meclîsên malbatên şehîdan û pêşxistina xebatê, hatin nirxandin. Her wiha rêziknameya saziyê jî hat xwendin û hin xalên wê hatin sererastkirin û navê Saziya Malbatên Şehîdan jî weke Meclîsa Malbatên Şehîdan hat guhertin.

Dûvre komîteke ku ji 5 kesan pêk tê, ji bo birêvebirina hilbijartinan hat diyar kirin. Piştî ku hilbijartin hat lidarxistin, 73 weke endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin. Di hilbijartina endamên meclîsê de rêjeya pêkhateyên her herêmekê jî li ber çavan hatin girtin.

Di dawiya kongreyê de biryarên girîng hatin girtin.

Hin ji wan biryaran bi vî aweyîne:

*Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan, divê Meclîsa Malbatên Şehîdan, pêşnegiya têkoşînê bikin.

* Divê wêneyên li ser wesayît û hemû vatrînên dikanan ên li Kantona Cizîrê werin rakirin.

*Divê bi tu awayî li ser xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane sûnd neyê xwarin.

* Divê cihên giştî bi navê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bên binavkirin û piştre wêneyên wan li qadan bên daliqandin.

*Divê li her herêmekê konekî navendî ji bo lidarxistina merasîmê kesên jiyana xwe ji dest didin bê vedan.

* Avakirina kooperatîfên malbatên şehîdan.

*Meclîsa Malbatên Şehîdan berpirsyara avakirina civakeke hebeş û demokratîk e û ji bo wê têkoşînê dide meşandin.

*Meclîs hemû êrîşên li dijî nirx û destkeftiyên Şoreşê weke îxanet dibîne û li dijî wê têdikoşe.

* Vexwarina cigare û vexwarinên din li goristanan qedexe ye.

*Divê meclîs dewreyên perwrdeyê yên weke semîner organîze bike.

*Divê komîn û meclîs bên aktîvkirin.

*Divê malbatên şehîdan xwe li gorî rewşa şoreşê bi rêxistin bikin û vê yekê di jiyana rojane de diyar bikin.

(rd/rc)