Jinên çarikên reş avêtin gotin ‘bijî azadî’
14:24
Deniz Yeşilyurt/JINHA
MINBIC – Bi berdewamkirina hamleya azadiya Minbicê re jinên ji zilma DAIŞ’ê rizgarbun, hatin cihê şervanan û ew çarikên reş ên ji ber zora DAIŞ’ê li xwe kirine ser xwe avêtin. Jinên gotin “bijî azadî” li benda roja azadiya axa xwene.
Jinên Minbicê yên ku bi salane dibin esareta DAIŞ’ê de mane, ber bi Meclisa Leşkeriya Minbicê ve diherikin. Jinên xwe gihandin cihên bi ewle çarikên reş ser xwe avêtin û gotin “bijî azadî”. Jinên kêfxweşiya azadiyê xwe di çavên wan de dide der gotin: “Hamleya meclisê dayî despêkirin em gelek şanazkirin. Bi salan em dibin zilma wan de man, niha êdî em gihan azadiyê. Em niha li benda azadiya tevahi axa xwene.”
(zt)