'Zilan di dîroka kurdan de ji bo jinan sembol e'
14:42
JINHA
ÊLIH - Li Êlihê bi pêşengiya KJA'ê de Zilan (Zeynep Kinaci) ji aliyê jinan ve hate bibir anîn. Berdevka KJA'ya Êlihê Songul Korkmaz di bernameya biranînê de axivî û diyar kir ku Zilan di dîroka kurdan de ji bo jinên kurd sembolek e.
Li Êlihê jin di dibin pêşengiya KJA'ê de ji bo 20. salvegera biranina Zilan (Zeynep Kinaci) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersîmê çalakiya fedayî pêk anîbû, bi bernameyek li hev kombûn. Bernameya ku li Parka Kînemê pêk hat de Parlamenterên HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, endamên Dayîkên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Li cihê bernameyê pankartên li ser "Dema ku dewlet dest bi zilmê kir, jinan jî dest bi berxwedanê kirin" û "Em bi jinan birêxistin ber bi azadiyê ve dimeşin" nîvîsî hat dalîqandin. Bernameya biranînê bi rêzgirtînê dest pê kir. Di bernameyê de sînevîsyona di derbarê Zilan de hatibû amadekirin hat pêşandan.
Piştre Berdevka KJA'ê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û got ku Zîlan di dîroka gelê kurd de ji bo jina kurd sembola azadiyê ye. Songul sonda xwe li hember mîrateya têkoşina Zîlan, Bêrîtan, Sakîne û hemû jinên ku di qadên berxwedana xweseriyê de jiyana xwe ji dest dane de, nûkir.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel jî di serî de li hemberî berxwedana jinên têkoşer bejna xwe tewand û got ku dê heya dawiyê hêviya berxwedanê bilind bikin.
'Em ê li mîrateya Zîlanan xwedî derkevin'
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî bilêv kir ku jin ji dîrokê heye roja me ya îro ji bo azadiyê li ber xwe dane û gihana vê asta bilind. Saadet got ku dê xwedî li mîrateya têkoşina Zîlanan derkevin
Piştî axaftinan hûnermendên jin yên NÇM'ê derketin ser dikê û stranên xwe ji bo Zîlanê gotin.
(ho/rc)