HJD: Emê li Licê rê nedin komkujiyê nû
14:47
JINHA
AMED –HJD’ê bi beşdarbûna 33 rêxistinên jian têkildarî operasyonê li Licê berdewam dikin de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Duysel Karataş daxuyanî xwend û ji bo Licê bang kir û got: “Hovîtiya îro li Licê hatiye jiyîn sibê wê li hemû Tirkiyeyê xwe bipêçe. Em jin wê desturê nedin komkujiyeke nû ya li ser gelê Licê tê plankirinê.
Hewldana Jinan a Demokrtîk (HJD) têkildarî operasyonên leşkerî yên li navçeya Licê ya Amedê berdewam dikin de li Sumer Parqê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi beşdarbûna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, KJa, Yekitiya Jinên Suryanî Bethnarîn, Meclîsa Jinana DÎK, Baskên Jinan yên OSP’ê, Meclîsên Jinan yên EMEP-ESP- Sosyalîst, Jinên Ciwan yên Demorkat Azad jî nav de bi tevlîbûna 33 rêxistinên jinan pêk hat. Endama Meclîsa Jinan a Tevgera Azadî Duysel Karataş bang li hemû jinên demokratîk kir.
‘Têkiliyên me yên bi dîrokê re hatine tinekirin’
Duysel diyar kir kul i dijî aliyên muxalîf yên têkoşîna demokrastiyê dimeşînin êrîş pêk tên û şerekî topyekun ya li dijî gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin. Duyselê da zanîn ku sûcê qirkirinê tê meşandin û da zanîn ku ji aliyê desthilatdariya siyasî ve li dijî çand, bawerî, ziman û olên cuda şer hatiye destpêkirin. Duyselê wiha berdewam kir: “Li dijî daxwazên herî rewa, mirovahî û siyasî yên Kurdan şer hatiye destpêkiri nû bi sedan welatî hatine şewitandin, gulekirin û bi rêbazên hovane hatine qetilkirin. Dîsa bajarên Kurdan bi zanebûn hatine texrîbkirin û têkiliyên me yên bi dîrokê re hatine tinekirin. Em jinên têkoşîna azadî hiqûq û demokrastiyê didin wê li dijî van pêkanînan jî bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”
‘Emê desturê nedin komkujiyek nû’
Duyselê destnîşan kir ku ev qas êş, hilweşîn û komkujî bi hinceta ewlehiya cemawerî tê meşandin û got: “Em jin dizanin ku dixwazin ewlehiyê bikin hincetên komkujiyan. Herî dawî yên li Licê hatin jiyîn. Nîşan dide bi zanebûn konsepta îmha, koçberkirin û şewitandinê didomînin. hovîtiya îro li Licê tê jiyî, wê sibê xwe li Tirkiyeyê bipêçe. Li Licê ji gelek gund û mezrayan agahî nayê girtin. Nahêlin heyet û gel biçin van deveran. Ya tê xwestin hilweşîna li wir veşêrin. Divê her kesên têkoşîna azadiyê didin û bi taybet jî jin bikevin nava tevgerê.” Duyselê da zanîn ku ji bilî têkoşînê rêyeke din ya jinan tine.
(hu)