‘Em di cejnê de hemû rojnamegerên girtî bi hev re bibînin’
14:57
JINHA
STENBOL - Rojnamegeran bi slogana "Em di cejnê de tenê nahêlin bi kartekî ve derve ji hundir re silavên xwe dişînin" ji bo hempîşeyên xwe yên girtî re kart şandin.
Rojnamegerên ku li Stenbolê hatin cem hev ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe yên girtî bi slogana "Em di cejnê de tenê nahêlin bi kartekî ve derve ji hundir re silavên xwe dişînin" kartên pştevaniyê şandin. Nûnerê Rojnameggerên Sînornenas (RFS) Erol Olderoglu, Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Yetvart Danzikyan, Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û gelek rojnameger û aktîvîst beşdar bûn.
Şebnem beriya ku kart bişînin li ber postexaneyê axivî û diyar kir ku ew weke neferekî têkoşîna mafên mirovan ji bo ku dengê çapemeniya azad tu caran neyê qutkirin bi salan e têdikoşin. Şebnem wiha axivî: "Me yê ev kart li hundir bigirta. Em derbasî vê aliyê diwar bûn û niha em bûn ên ku nameyan dişînin."
Şebnem da zanîn ku ji ber ku bi kedkarên çapameniyê re ye, nameyan dişînen ser bilind e û wiha got: "Em çiqas piştevaniyê xurt bikin em ê ewqas nêzîkî azadiyê bin û bi vî zanebûnê divê em gavên xwe bavêjin. Baş e ku me piştevanî pêş xist. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, bila tu gumana we nebe."
Erol jî destnîşan kir ku mezinbûna piştevaniyê û bi cihanîne rojnamegeriya azad çiqas bi bandor tê parastin di girtîgehê de bûne şahidê vê û wiha berdewam kir: "Piştevaniya neteweyî û ya navneteweyî tenê ne di navbera me rojnamegeran de ji bo hemû derûdorên muxalîf ên dixwazin bi awayeke azad fikrên xwe bînin ziman divê dînamîzmekî derxîne holê."
Piştî axaftinan rojnamegeran ji bo girtiyan kart şandin.
(zt)