Zarokên Şengalê pêşengeha wêneyan vekirin

15:58

JINHA

AMED - Di çarçoveya "Projeya Tenduristiyê ya Ben û Senê" ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ve hatiye destpêkirin, wênekêşên fransî jî ji bo piştgiriyê atolyeya wênekişandin û xêzkirinê vekirin û zarokên ku wêne xêz kirin û kişandin di pêşengehê de dan pêşandan.

Di çarçoveya "Projeya Tenduristiyê ya Ben û Senê" ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ve hatiye destpêkirin û ji hêla Yekitiya Ewropayê ve tê destekirin, wênekêşên firansî jî bi zarokên Sûrê û Şengalê re atolyeya wêneyan vekirin û wêneyên ku kişandin pêşkeş kirin. Wênekêşê fransî Françoîs Legeoît, Gael Le My, 3 rojan li Wargeha Şengalê perwerdeya wênekişandinê da zarokan. Her wiha wênesazê ji Silêmaniyê Dilshad Quhestanî jî di atolyeyê de wêneyan de perwerdeya wênesaziyê da zarokan. Zarokên ku wêneyên xêzkirin, li Wargeha Şengalê ya li Qada Şitilan a navçeya Yenîşehirê pêşandan.

Gael Le My, da zanîn ku ew bi salan e dem dem li Amedê bi şaredariyan re xebatên çandî û hunerî pêk tînin, dê berhemên ku hatine xêzkirin û kişandin, li Fransayê bên pêşandan.

Wênesazê ji Silêmaniyê Dilshad Questanî yê ku 20 sal e li Ewropayê dijî, 3 hefteyan li Wargeha Şengalê perwerdeya wênesaziyê da 40 zarokan.

(zt)