Heyeta Konferansa Jinên Cîhanê KJA yê ziyaret kir
16:02
JINHA
AMED – Heyeta DKK’ê KJA ziyaret kir. Di ziyaretê de Anne Wilhelm got: “Têkoşina li Rojava bi pêşengiya jinan tê dayin di aliyê erênî de ciwanên me bandor dike.
Heyeta ku ji Konferansa Jinên Cihanê (DKK) ê pêktê KJa ziyaretkir. Di heyetê de Jnessa Kober, Ulrike Held, Bigit Schuttenberg, Anne Wilhelm li gel têkela Konferansa Jinên Cihanê, Jinên Kedkar (EKA) Lutfiye Burcu ü Serpil Kaplan cîh girtin KJA ziyaret kirin. Heyet ji aliyê berdevka demiya KJA yê Ayla Akat Ata û endamên diplomasiyê ve hatin pêşewazîkirin. Di ziyaretê de Anne Wilhelm diyar kir ku li Ewrupayê hemberî pergalê nerihetî hene û wiha got: “Jinên ciwan pergalek alternatif dixwazin. Têkoşina bi pêşengiya jinan li Rojava tê dayin ji aliyê jinên ciwan ve bi erênî tê pêşewazikirin.” Akat jî di derbarê xebatên xwe de agahi da.
Heyet li saziyên jinan geriyan.
(zt)