Jinan bal kişandin ser mirina Maide ya biguman

16:13

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Navenda Şewremendiya Wezereta Dayîreya Malbat û Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê, piştÎ ku çû serdana malbata Maîde Ozmal a ku di 20'ê hezîranê de li gundê Kırkdilek a navçeya Savurê biguman miribû, daxuyanî dan.

Jinên Navenda Şewremendiya Wezereta Dayîreya Malbat û Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ji bo bal bikişine li ser mirina Mayîde Ozmal a ku di 20'ê hezîranê de li gundê kirkdileka navçeya Savura MêrdÎnê biguman jiyana xwe ji dest da bû, daxuyanî da çapemeniyê.
Jinan daxuyanî dayîreya xwe dan. Daxuyanî Gerînera Şaxa Tundiya Jinê Melek Kizil Arî xwend. Melek diyar kir ku ji bo lêkolîna mirina Mayîde ya biguman a ku ducanî li hev civiyan e.

'8 seat bibirindar hatiyê rawestandin'

Melek anî ziman ku dibêjin Mayîde di nav bostana ku 20 metre ji mala wê du xwekuştiye û wiha axivî: "Bi gorî îdaya malbatê Mayîde 8 seat birindar hatiyê rawestandin. Lewra jiyana xwe jidest da û destnîşankirin ku mirina keça wan biguman e. Her wiha malbata diyar kir ku dema xwestina cenazeya keça xwe bibinin jî hatine darp kirin û bavê wê Osman Ozmal 3 roj dinexweşxaneyê de maye. Lewra ev gumanê mirina MayÎde zedetir dike. Bi gorî me jî ev ne xwekuştin e, mirinek biguman e."

Melek di dawiyê de got ku ew wek Navenda Şewremendiya Jinê heya dawiyê şopdarên vê cinayetê bin.

(ho)