Li Girkê Legê baxçeyê gulan bi navê Zîlanê hat vekirin
17:57
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star li gundê Abrê baxçeya gulan ya bi navê Zîlanê (Zeynep Kinacî) hat vekirin.
Bi boneya 20. salvegera mirina Zîlan (Zeynep Kinacî) Komîna Şehîd Hogir li gundê Abrê ya girêdayî Girkê Legê baxçeya gulan ya bi navê Gulîstana Şehîd Zîlan vekir. Di merasîma vekirinê de piştî deqeyek rêz hat girtin, nameyê Zîlan hatin xwendin. Vekirina baxçeyê gulan rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat. Vekirina baxçeyê gulan ji aliyê dayîkên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat vekirin. Piştî vekirina baxçeyê jinan kulîlk çandin.
Merasîma vekirinê bi çepik û tilîliya dayikan bi dawî bû.
(rd/rc)