Jinên Elewî:Bi hemû êşan re aliyên me yên hevpar hene

09:02

JINHA

ENQERE- Sekretera Jinan a ADAD’ê Sevgî Kîşîn balkişand ser komkujiya 2’ê Tîrmehê ya 1993’an a Madimaqê û got gelên Tirkiyeyê bi komkujiyên nû re rû bir û ye û wiha got: “Êşên me jinên Elewî bi êşên vê erdnîgariyê re hemane. Em dayika Taybetin, em jinên Êzidî yên hatine firotinê ne, em dayika Sisê ya di 77 saliya xwe de hatiye girtinê ne. Bi hemûyan re parçyekî me heye.”

Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê di dema pîrovahiyên Şahiyên Pîr Sultan Abdal de Otela Madimaqê şewitî û 33 nivîskar, helbestkar û stranbêj, du peywirdarên otelê hatin qetilkirin. Elewiyên ku her tim rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin îro jî bi cihkirina kampên DAIŞ’ê re bi komkujiyên nû re rû bir û ne.

Sekretera Jinan a Komeleya Elewiyên Demokratîk a Enqereyê Sevgî Kîşîn diyar kir ku bi komkujiyên nû dikevin salvegera komkujiyekê û got çi dibe bila bibe wê li cem gelê Kurd bin û got: “Em îro li cem jinên Êzidî ne. Em dayika Taybetin. Em jinên Êzidî yên hatine firotinê ne. Em jinên Koçgiriyê ne. Em dayika Sîsê ne. Bi hemûyan re parçeyekê me heye. Emê her tim li cem wan bin.”

‘Komkujiyên bi Osmaniyan destpê kir bi komarê re berdewam kir’

Sevgiyê got bi êrîşên sîstemê re wê zêdetir komkujî bên jiyîn û got: “Me Elewiyan xwe ti carî li vê erdnîbgariyê xwe di ewlehiyê de hîs nekir. Ev komarê re dest pê nekir. Ji Osmaniyan heta komarê berdewam kiriye. Elewî di dema Osmaniyan de bi asîmîlasyonê re hatin rû hev. Di dema komarê de hem rastî komkujiyan û rastî asîmîlasyonê hatine.

Sevgiyê got gelê Elewî dema komarê wek demek bi huzur bi navkirine lê ev şaşe û got: “Di vê demê de li djî baweriya Elewiyan komkujî pêk hat. Asîmîlasyon pêk hat. Komkujiyên Mereş, Çorum, Sêwas û Meletiyê di vê demê de pêk hatin. Ya Madimaqê jî di vê demê de pêk hatiye.”

‘Kampên DAIŞ’ê ji bo Elewiyan xetereyek cidiye’

Sevgiriyê da zanîn ku di van komkujiyan de tenê çend kes hatine cezakirin û kujerên esas hatine xelatkirin. Sevgiyê bi lêv kir ku îro li erdnîgariya Elewiyan kampên DAIŞ’ê tên avakirin û got ev ji bo Elewiyan xetereyek cidiye.

‘Emê ligel kesên rastî zilmê hatine bin’

Sevgiyê balkişand ser komkujiyên li Kurdistanê û wiha got: “Em wek jinên Elewî çûn Sûr, Cizîr û Nisêbînê. Me êşa wan parv ekir. Li Sûrê Cizîrê îro mirov hatin şewitandin. Li Sêwasê jî heman tişt hat kirin. Êşa me hevpare. Em ne li alî zilmê ne. Em li dijî kesên rastî zilmê hatine.”

Sevgiyê bi lêv kir ku bi komkujiyên nû dikevin salvegera komkujiyekê û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê li cem gelê Kurd bin.

‘komkujiya Çorumê ya Dêrsîmê didome’

Endama ADAD’ê Hatîce Çevîk û Melehat Teke jî got ji duh heta îro komkujiyan li ser gel û baweriyan berdewam kiriye û got: “Em di hawirên ku komkujî berdewam dike de dijîn. Komkujiyên Dêrsîm, Çorumê hîna berdewam dikin. Em dixwazin li cîhaneke ku mêtîngerî û zext tine bijîn.Em dixwazin nasname û baweriya xwe azad îfade bikin.”

(hu)