Di bin ewlehiyê de gel amedekariya Cejna Remezanê dike
09:02
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Ewlehiya welatiyên ku danûstandina pîrozbahiya Cejna Remezanê dikin ji Hêzên ewlehî, asayîşa bajêr, zabit û polîsên trafîkê tê pirsîn.
Welatiyên bajarê Til Temîrê ya Kantona Cizîrê bi nêzîkbûyina Cejna Remezanê re dest bi amedekariyên pîrozbahiya cejnê kir. Esnafên ku di bin kelekela germa zêde de pêdiviyên cejnê li ser tezgahan dan bicihkirin û welatî li gorî pêwîstiyên xwe danûstandinê dikin. Welatiyên ku pîrozbahiyên cejnê wek kevneşopiyeke dîrokî dibînin bi coş û kelecanek mezin her sal cejnê pêşwazî dikin. Hêzên Ewlehiyê jî ji bo welatî bi ewlehî pêdiviyên xwe bi cih binin ketin nav liv û tevgerê.
'Em ji bo parastina gelê xwe hemû zor û zexmetiyan bi dildarî didin ber çavan'
Peywîrdara Trafîkê Cemîle Mihemed bal kişand ser êrîşên li ser heremê û diyar kir ku ji bo pêşî li bûyerekên pêkbên, bigirin bi baldariyeke hesasî karên xwe didin meşandin. Cemîle got ku ew bi rojan bi şev û roj li dewreyê digerin û hemû der kontrol dikin. Cemîle di derbarê karê xwe de wiha agahî da: "Cejin nêz dibe. Wek tê zanin li ser bajêr êrîş hene. Ji ber asayîşa gel ji me tê xwestin, bi nêzîkbûyina cejenê re em ewletiya gelê xwe dikin. Ji bo çete an jî yên bi guman derbasî bajêr nebin em yek bi yek wesayîtan kontrol dikin. Me bi vê mebestê asta ewlehiyê bilindtir kir. Em ji bo parastina gelê xwe hemû zor û zexmetiyan bi dildarî didin ber çavên xwe."
Peywîrdarê trafîkê Mesûd Elo jî diyar kir ku barê li ser pişta wan gelek giran e, lê ew ji bo hemû gel her tiştî didin ber çavan û ev tişt got: "Em ji bo ewlehî û rêxistinkirinê hatin peywîrkirin. Me kolanên sûkê girtiye, ji bo wesayîtan derbasî nav sûkê nebin. Niha pileya germayê zêde bûye, dîsa jî em di bin germayê de ji bo parastina gelê xwe li virin û kontrol dikin."
Welatiya bi navê Fatma Hisên ku ji bo zarokên xwe kincê cejnê bike hate sûkê pasiya hêzên ewlehiyê kir û got ku êdî em bi dilek rihat tên sûkê û danûstandinên xwe dikin.
Welatiya bi navê Menal Salih jî dilxweşiya xwe ya li hemberî hêzên ewlehiyê nişanda û got ku mafê hêza ewlehiyê li ser me gelek e spasî û kerkeftin ji wan re xwest.
(en/ho/rc)