‘Dê zarokên me xwedî li berxwedana me derbikevin’
09:02
JINHA
ŞIRNEX – Piştî qedexeya derketina kulanana li Şirnexê hat îlan kirin, gelek welatiyan ji neçarî koçî bajarokên derdora Şirnexê kirin. Yek ji van welatiyan jina binavê Hatîce Cîhan diyar kir ku dê dev ji Şirnexê bernedin û wiha got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em li ber xwe bidin. Ger kom nebin jî, em ê li kulanan bimînin. Dema em mirin jî dê zarokên me berxwedana xwe bidomîn in.”
Qirkirina nijadî ya derketina der ve ya li ser Şirnexê ket roja xwe 111’emîn de. Jinên Şirnexê yên bi darê zorê ji Şirnexê hatin derxistin anîn ziman ku her berxwedanek sedemekê wê heye.
Jinên ku di her firsendê de dixwazin vegerin Şirnexê, diyar kirin ku hikûmeta Tirkiyeyê li hemberî daxwazanên gelan bi pratika xwe ya şer bersiv dide. Jina bi navê Hatîce Cîhan ku bi darê zorê ji Şirnexê hat derxistin û li germava Basa bicih bû da zanîn ku wê gelek bêriya Şirnexê kiriye û wiha axivî: “Nêzî 300 malbatan em li vir bi cih bûne û di mildest dixwazin vegerin Şirnexê.”
Hatice Cîhan pitî ku bi zorê ji Şirnexê derxistin li Basanê bicîhbûne da zanîn ku gelek bêriya Şirnexê kiriye û got: “Em li vêderê bi qasî 300 malbatanin, em li bendêne demek ji ya dinê zutir Şirnex vebe.”
Hatîce bilêvkir ku rêveberiyên xwecihî dikin buhane û ciwanan qetildikin û wiha domand: “Hurşit Kulter rêveberê DBP’ê yê Şirnexêbû. Ev nêzî mehekê ye agahî jê nayê girtin. Em dixwazin demek beriya demekê Hurşît teslimi malbata wî bikin. Çiqas dem bikeve navberê emê wî ji bîr nekin. Emê ciwanên xwe yên hatine qetilkirin ji jibîrnekin.”
'Dema em nebin jî dê zarokên me li ber xwe bidin'
Hatîce anî ziman ku dê tiştek ê Şirnexê neyê guhertin, ew dê axa xwe neterikînin û wiha berdewam kir: “Bila yên axa me dişewitînin nefikirin ku emê paşde biçin. Ev berxwedan li heberi çewisandina gelan pêşketiye. Heya êrîş ser me hebin emê li ber xwe bidin. Bila kes ji bo me ji vê berxwedanê durxistinê nekevin nava hewildanan. Emê heya dawiyê ji bo axa xwe li ber xwe bidin. Heya dilopa xwina xwe ya dawiyê emê Şirnexê bernedin. Dema ku mal nebe, di konan de, kon jî nebe li kolanan bijî lê emê axa xwe neterikînin.”
'Em ji dewletê tiştekê naxwazin'
Hazne Kabul ya ku ji Şirnexê hati û 3 mehe li Basan dimîne jî got: “Ji xwe em tiştekê ji dewletê hêvi nakin. Ez li gel 10 zarokên xwe li vêderê dijîm. Dema ku qedexe rabe emê vegerin Şirnexê. Bila kes li bendê nebe emê axa xwe bedrin. Em ji ber zarokên xwe yên hur derketin yan em dest ji axa xwe bernadin.”
(zk-zt)