Roja cejnê ez ê bi gel zarokên Geverê pîroz bikim'

09:20

JINHA

COLEMÊRG- Ligel xebatên piştevaniya zarokên Geverê, bi nêzbûna rojên cejnê re xebatkarên dildar diyar kirin ku wan giranî daye xebatê xwe û banga piştevaniya gelê Geverê kirin.

Hêzên dewletê li navçeya berxwedanê Geverê operasyon pêk anîn û piştî daxuyand ku operasyon bi dawî bûye jî dîsa 40 rojan qedexeya derketina kolanan û dorpêçê berdewam kir. Di vê dorpêçê de hêzên dewletê bi kepçe û bombeyan bi hezaran xanî xera kirin. Niha jî bi hinceta "Qada bi Rist" xaniyan xera dike û welatiyan bê mal û war dihêle. Ji bo pêçandina birîna gelê Geverê ji gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê kesên dildar bi armanca piştevaniya gel û xebatê înşayê berê xwe dan Geverê. Xebatkarên dildar ên ku piranî ji jinan pêk tên û di binesaziya Komeleya Piştevaniya Rojava de xebatê înşayê pêk tînin, bi hatina cejna remazanê banga piştevaniyê li gelê Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

'Pêwîste ji bo cejnê em giranî bidin xebatê'

Xebatkara dildar Fehruz Alaş diyar kir ku pêwîste ku herkes pêşiye cejnê piştgiriya xwe mezin bike û wiha got, "Em li vir hemû rastiyan dibînin û dijîn. Welatiyê Geverê ne tenê ne. Ji bo vê bila hemû welatiyên kurd bibin yêk. Girîngî welatî hewcekarê lihêf, doşeka hene. Ji ber ku li vir hemû tiştên welatiyan hatiye şewitandin. Cihek ku têde bijîn û aramî bibînin tune ye. Em ê wan pirsgirêkan jî bi hesasiya welatiyan çareser bikin. Em van pirsgirêkan pêşiya cejna remezanê çareser bikin. Divê her kes ji bo piştevaniya Geverê bikeve nava hewildanan."

'Roja Cejnê ez ê bi gel zarokên Geverê pîroz bikim'

Funda Demîr (16) diyar kir ku ew bi betlaneya dibistanê re berê xwe daye Geverê û ji bo piştevaniya gelê Geverê bi kelecanek mezin xebatê xwe pêk tîne. Fundayê got, "Da ku zarokên Geverê ne bêjin ku em tenê ne, ez ê cejnê jî bi gel zarokên Geverê derbas bikim. Ji bo cejnê rojên hijmar man û em xebatên xwe bi hêz berdewam dikin. Ez dizanim ku niha wijdana min rehete. Li vir avahî hatine hilweşandin û armanca dewletê ew ku hêviyê wan jî hilweşînin. Lê nikarin û armanca wan bi cih nehatiye. Ji ber wê ez ê cejnê bi gel zarokan Geverê derbas bikim. Li vir pêvajoya avakirinê dest pêkir. Di vê pêvajoyê de bila pêşengî ya ciwanan bi taybet hebe. Ji bo ku em hêvîyên vî bajarê rengîn nû ava bikin."

'Avakirin û piştgirî bi pêşengiya jinan pêk tê'

Leyla Oztunç jî destnîşan kir ku pêwîstiyê welatiyên Geverê bi piştevaniyek xurt heye û wiha pêde çû, "Welatiyên Geverê hewceyê piştgiriya arîşene. Bila xebatkarên dildar jî bên û alîkar Geverê bibin. Ji ber ku bajar jî aliyên hêzên dewletê hatiye hilweşandin. Di vê pêvajoya dijwar de jin gelek bandor bûn. Avakirin di pêşengiya jinê dest pê kir."

(kom/rc)