Kampanya hember zewaca temen biçûk berdewame

10:40

JINHA

QAMIŞLO - Jinên ku kampanya hember zewacên temen biçûk ya bi dirûşmeya “Têkoşîna me ji bo hebûna me didome” dest pêkiriye, di çerçoveya xebatê de wê semîner bên dayîn û nêrînê jinan werin standin.

Li Kantona Cizîrê bi armanca pêşî girtina li zewacên temenê biçûk, di 20'ê Gulanê de bi dirûşmeya "Têkoşîna me ji bo hebûna me didome" kampanya hat dest pêkirin. Li gorî nûçeyê ANHA'yê, di çerçoveyê kampanyayê de wê semîner bên li darixstin û girêdayî zagonên jinan wê nêrîn bên girtin. Kampanya bi pêşengiya Konseya Jin a Kantona Cizîrê, Weqfa Jina Azad ya Rojava, Rêxistina Sara, Buroyên Konseya Jin a Netewên Ereb û Yekîtiya Jinên Sûryan dewam dike. Têldarê mijarê Seroka Desteya Jin Emîne Omer agahî da.

Emîne Omer diyar kir ku ew kampanya bi semîneran pêşbixin û got bi vê yekê dê xwe bighînin her derê. Emîneyê destnîşan kir ku bi riyê kampanya yê ew xwe dighînin tevahî jinan û wiha pêde çû, "Ji bo çalakirina rola jin di partî û saziyên jin de me projeyên kar û xebatan berfereh kir. Hedefa me ji vê yekê ew e ku jin di aliyê ramyarî de pêş bikeve. Fikrê dogmatîk ê di civakê de serwer e her li pêşiya pêşketina jin dibe astengî. Jin di temenê biçûk de têne zewcandin û zilam di bin navê ol de bi jinekê zêdetir re dizewice. Tevahî sazî û partiyên jin ên ku ev pêngav birêxistin kirine, bi hev re di nava têkilî û kordîneyê de ne."

(rc)