Li Efrîn û Til Temir Zîlan hat bi bîranîn
11:38
JINHA
TIL TEMIR/EFRÎN- Gerîlaya PKK'ê Zîlan di 20. salvegera çalakiya xwe de li Kantona Efrînê û bajarê Til Temir hat bi bîr anîn.
Jina Kurd a ji Meletiyê ya bi navê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de li Dersîmê çalakiya fedaî pêkanîbû. Di 20. salvegera çalakiyê de Zîlan li Kantona Efrîn û bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê hat bi bîr anîn. Li bajarê Til Temir bi pêşengiya Kongreya Star û bi tevlîbûna Rêveber û Saziyên Civakên Sivîl şahiyek li Xwaringeha El Xeyîme hat li dar xistin. Qada şahiyê bi alên kesk, sor û zer, wêneyên têkoşer Zîlan û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dovîzên ku li ser "Bê serok jiyan nabe" nivîsî hatin daliqandin.. Şahiya bîranîna çalakiyê piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevizyonek li ser jiyana Zîlanê hatibû amede kirin hat temaşe kirin.
Piştî sînevizyonê Rêvebera Kongreya Star Ronahî Til Temir qala girîngî û sekna têkoşer Zîlan kir û wiha got, "Em îro bi saya berxwedana qehremanên weke şehîd Zîlan û hevalên wê yên ku di rêya azadiya gelê kurd jiyana xwe jidest dane, gihiştine qonaxeke dîrokî ji dîroka gelê kurd." Şahî bi stranên Koma Fîdan û gerandina govendê bi dawî bû.
Li Kantona Efrînê jî bi wesîleyê rojê Kongra Star li gundê Şêtike yê girêdayî Navçeya Mobata şahiyek lidarxist. Di şahiyê de Meclisa Rêveberiya Herêmên El Şehba, PYD'ê, TEV-DEM, Meclisa Zagonsaz, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, nûnerên Kongra Star, Hêzên Asayîşê, YPG'ê, YPJ'ê û HPC'ê amade bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ala Kongra Star, alên YPJ/YPG hate xemilandin.
Li vir jî ser navê Kongra Star endama Koordînasyona Kongrê Zelal Ciger axaftin kirin. Zelalê bal kişand ser pîroziya çalakiya fedayî ya têkoşer Zîlan û wiha got, "Çalakiya şehîd Zîlan wekî meşeleyeke ronahiya xwe da derdora gelê kurd û Rêber Apo. Divê em hemû jin wekî şehîd Zîlan bi ruhekî azad têkoşînê bidin meşandin û Rêberê xwe ji tecrîdê rizgar bikin."
Li ser navê YPJ'ê Viyan Adar jî wiha axivî, "Biryara çalakiyeke bi vî rengî dide diyar kirin ku tu kes nikare rêya jina azad û ruhê berxwedanê biçewisîne. Îro mînaka vê yekê bi hezaran Zîlan bi ruhê têkoşîn û berxwedanê di nava YPJ'ê de cihê xwe digirin û rêya azadiya welat û gelê xwe didomînin."
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Şefîqe Silêman jî hemû têkoşerên azadiyê di kesayeta şervana PKK'ê Zîlan de bibîranîn û got: "Çalakiya şehîd Zîlan gavekî bi nirx û giring ber bi azadiya jinê û gelê kurd ve bû."
Şahî bi staranên koma Şehîd Berçem, Koma Şano bi pêşkêşkirina çîroka çalakiya Zîlan, Koma Şehîd Xoşnav a govendê, Koma Şehîd Mizgîn a staranên zarokan û stranan Koma Rojava bidawî bû.
(kom/rc)