'Ez ji gundê xwe hatim derxistin lê Sûrê bernadim’
11:43
Medine Mamedoglu/JINHA
AMED – Aynur T ya 20 sal berê ji ber zextên delwetê du caran koçber bû got: “Dema ji Sûrê derketim 20 sal berê hat hişê min. Rojên berê li ber çavên min zindî bûn. Ez ji gundê xwe hatim derxistin lê Sûrê bernadim.”
Li Sûrê bi hezaran malbatî ji ber operasyonên qirkirinê malên xwe terk kirin. Gelek malbatên li Sûrê ji malbatên k udi 90’î de ji gundên wan hatin derxistin pêk tê. Malbatên ku bi êrîşên li hemberî Sûrê re cara duyem hatin koçberirin, gotin heman senaryo di salên 90’î de jiyane.
‘Cara duyem em koçber bûn’
Aynur T diyar kir k udi 1996’an de ji aliyê dewletê ve ji gundê Kurçayir ya Farqînê hatine derxistin û got: “Dewletê zext li me dikir. Ez bi hevjîn û 9 zaorkên xwe hatim Sûrê taxa Hasirliyê. Jiyana bajar ji bo me gelek zehmet bû. Li gund xaka me hebû. Em pê re mijul dibûn. Li bajar tiştek tinebû. Me jiyana xwe ji nûve av akir. Niha dîsa rewş vegeriya salên 90’î.”
‘Kolanên ku zarokên me lê dilîstin niha tine’
Aynurê da zanîn ku tiştên ku niha dijîn 20 sal berê jî jiyane û wiha got: “Wê demê gundê me yê ku bi sedan nifûsa wê hebû di saetekê de hat valakirin. Li Sûrê jî hemantişt bû. piştî mirina Tahîr Elçî mirovan wir vala kir. Em jî derketin. Dema em derketin 20 sal berê hat ber çavên min. Me tiştekî xwe negirt. Wê demê jî me heman tişt kiribû. Dema min gund terk kir, min zarokatiya xwe jî terk kir. Niha kolanên ku zarokên min lê dilîzin jî tine.”
‘Ez Sûrê bernadim’
Aynurê da zanîn ku gundê xwe terk kiriye lê Sûrê terk nake û got: “Xaniyê min hilweşandine. Lê dema qedexe rabe ew çibe jî gerek ez biçim li wir bijîm. Em ne mirovên berêne. Di salên 90’î de gundên me j ime girtin. Lê vê carê Sûrê nahêlim û naçim.”
(hu)