Kesên ku 23 sal berê hatin qetilkirin li Sêwasê tên bi bîranîn

12:20

JINHA

SÊWAS - Bi hezaran kesên di 23'emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Sêwasê hatin gel hev 33 canên ku bi awayekî hovane hatin şewitandin bi bîr tînin. Bi hezaran kesên di bîranînê de diyar kirin ku riya ji komkujiyan xilasbûnê xwe birêxistinkirinê re derbas dibe, di salvegera 23'emîn de berpirsyarê hovîtiyê tên lanet kirin.

Komkujiya ku bi piştgiriya dewletê ji hêla hêzên paşverû ve pêk hat, ji hêla bi hezaran kesî ve bi êşa destpêkê hat bi bîranîn. Bi hezaran kesên li Sêwasê gihiştin hev, gelek rêxistinên elewiyan ên li Ewropa û Kurdistanê, rêxistinên saziyên sivîl û wekîlên HDP û CHP'ê jî di saetên serê sibehê de hatin Sêwasê. Kesên ji derveyî bajêr hatin, li ber Mala Cemê ya Weqfa Anatolyayê ya Haci Bektaşî Velî li hev kom bûn. Welatiyên di saetên sibehê de li bajêr li hev kom bûn, li hewşa Mala Cemê bi hev re taştê kirin.

Tevdîren parastina cewherî

Bi ketina bajêr re her der ji hêla polîsan ve hatiye girtin û herêma ku dê bîranîn lê pêk bê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû maşînên ku dikevin bajêr ji hêla polîsan ve tê rawestandin, nasnameyên wan ji GBT'ê re tên derbaskirin. Hemû kuçe û kolanên derdikevin cihê bîranînê bi bendên polîsan hatine girtin. Kesên hatin bajêr kartê "Em dê Madimakê ji bîr nekin" li ser pêsîra xwe ve kirin û li qada komkujî pêk hat pankartên der barê komkujiyê de hatin daliqandin.

Komkujî bi destê AKP'ê didome

Di anonsên li qadê tên kirin de tê diyar kirin ku komkujiya ku li Madimakê pêk tê, îro bi destê AKP'ê tê berdewam kirin.

Kombuna welatiyan li bajêr berdewam dike, piştî hatina welatiya ya derveyî bajêr bi dawî bû dê li ber Otela Madimakê merasîma bîranînê bê lidarxistin û meş pêk bê.

(kom/rc)