TEV-DEM êrîşên ser hêrêmên Şehbayê bi daxuyaniyê şermezar kir

13:44

JINHA

TIL TEMIR- TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêmên Şehbayê, bi tevlîbûna endam û rêveberên saziyên civaka sivîl daxuyaniyek bi dirûşmeya "Şehba tu ne bi tenê yî" li pêşiya Xwaringeha El Xeyîme hat dayîn.

Bi pêşengiya TEV-DEM'ê û rêveberên saziyên civakî ên sivîl, bi armanca şermezar kirina êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya ku di demên dawî de pêk tê daxuyaniyek li ber Xwaringeha El Xeyîme ya bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê hat dayîn. Di daxuyaniya ku bi dirûşmeya "Şehba tu ne bi tenê yî" de gelek endam û rêveber amede bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Til Temir Mihemed Seîd Şêxmûs ve hat xwendin.

Seîd diyar kir ku sedsal li ser hevpeymana Sykes-Picot derbas dibe û wiha got, "Hêzên navnetewî li Rojhilata Navîn û xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe parçebûn çêkirin. Lê di van salên dawiyê de dîsa hêzên navnetewî berê xwe dane Rojhilata Navîn û pîlanên nû ava dikin. Ev êrîş jî bi destê DAÎŞ û hevkarên wê careke din dixwazin kiryarên ku di dîroka Rojhilata Navîn û bi taybet dîroka Kurdistanê de kirine, dubare bikin û berjewendiyên xwe pêkbînin. Ji bo wê em bang li Saziyên Mafê Mirovan û raya giştî ya cîhanê dikin ku rê li ber kiryarên bi vî rengî bigirin."

Seîd destnîşan kir ku gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan nirxên xwe ên civakî diparêzin û wiha pêde çû, "Her wiha destanên qehremaniyê yên di kesayetên pîroz wekî şehîd Zîlan, Şehîd Rûstem Cûdî, Şehîd Xebat û îro Fermandar û Şehîd Ebû Leyla di dîrokê de xêz dikin. Lê hêzên desthilatdar wekî komkujiyên ku di dîroka gelê Kurd de pêkanîne, bi dirûtiya xwe ya ku li cem wan bûye çand, careke din van komkujiyan dubare dikin. Beriya niha komkujiyên li Dêrsim, Helepçe, Sînema Amûdê, niha jî komkujiyên li bajarên Rojavayê Kurdistanê, li Minbic, herêmên Şehbayê û Şêx Meqsûd tên meşandin ji hev ne qut in. Komkujiya Girê Spî ya van rojên dawiyê jî berdewamiya pîlanên dijminê gelê Kurd û gelên herêmê ne."

Seîd balkişand ser dijmintiya hêzên desthilatdar hember TEV-DEM'ê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dijmintiya li hember TEV-DEM'ê dijmintiya li hember gelê Kurd û gelê herêmê ye. Dewleta Tirkiyê, DAÎŞ û hin kesên ku qaşo bi navê kurdîtiyê bang dikin, bi êrîşkirina li ser nirxên gelên herêmê û taybet gelê kurd, dixwazin vîna di hundirê wan de bişkînin. Lê çiqas kiriyar, rê û rêbazên bi vî rengî bidin meşandin, bila baş bizanin ku em ê li ber xwe bidin. Em van hemû êrîşan û herî dawiyê êrîşa Girê Spî şermezar dikin. Divê Saziyên Mafê Mirovan û Civaka Navnetewî rê li ber van êrîşan bigirin, eger li Şehba û Minbicê Şengaleke din were jiyîn dê ew hêz berpirsyar bin."

(sş/hs/rc)