CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin 24 hatin girtin

14:06

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamevanên Azad, bûyerên di nava 6 mehên dawî de bi serê rojnamevanan ve hat kir rapor. Li gorî vê yekê, 10 rojnamevan hatin kuştin û 24 hatin girtin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) ji bo balê bikişîne li sen pêkûtiyên li dijî çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 6 mehên dawî de pêkûtiyên li dijî çapemeniyê darketiye asta herî jor. Rapora Cemiyetê ya li ser 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an bi vî rengî ye:

"6 mehên ewil ên sala 2016'an ji bo rojnamevanan bû sala binpêkirinê. Herî zêde di van 6 mehan de mafê rojnamevanan hat binpêkirin çapemenî rastî astengiyên dijwar hat.

Dema mirov li dane û belgeyan dinere dibîne ku herî zêde di vê pêvajoya şer de li ser çapemenî û rojnamevanan zext û astengî zêde bûye. Tenê di 6 mehên dawî de li Tirkiye û Sûriyeyê 10 rojnamevan hatin kuştin. (5 li Tirkiyeyê, 5 li Sûriyeyê).

Di vê pêvajoya şer de 102 rojnamevan hatin binçavkirin û jê 24 rojnamevan hatin girtin. Di nava 24 rojnamevanên hatin girtin 12 jê nûçegihanên DÎHA yê ne.

Herî zêde rojnamevanên li herêma şer rojnamevanî kirine hatin girtin û îşkence li 5 ji van hatiye kirin.

Ji bilî kesên hatine binçavkirin, li 6 rojnamevanan hatiye xistin û gef li 12 rojnamevan hatine xwarin.

19 rojnamevan dema nûçe şopandine bûne hedefa êrîşan û hatine astengkirin. 6 weşan rastî êrîşê hatine. 6 rojnamevan hatin desteserkirin.

Der barê 190 rojnamevan û weşanan de lêpirsîn hatin vekirin. Der barê 59 rojnamevan û weşanan de doz hat vekirin. 25 rojnamevan û weşan rastî cezayan hatin. Der barê 54 pirtûkan de biryara komkirinê hat dayîn û jê 53 pirtûk ên Weşana Aramê ne.

11 rojname, ajans, tv û radyo hatin astengkirin û girtin. Herî zêde malpera DÎHA'yê 42 caran, Azadiya Welat 5 caran û JINHA 5 caran hatine sansurkirin.

Der barê 11 bûyeran de qedexeya weşanê hat dayîn.

17 rojnamevan ji kar hatin avêtin.

Li diji van hemûyan tekoşîn û berxwdana rojnamevanan jî kêm nebû. Dijberî êrîşan 4 kampanyê cudahatin meşandin û bi deh hezaran îmze hatin komkirin. Dîsa gelek çalakî hatin lidarxistin û nobed hat girtin. Çalakî her ku diçe zêde û belav dibin.

Heta niha der barê Rojnameya Ozgur Gundemê de 149 doz ji ber 'têkoşîna li dijî terorê', 27 doz jî ji ber 'heqaretê' hatine vekirin. Di çarçoveya kampanya 'Nobeda Berpirsyariya Weşana Giştî' de jî 47 lêpirsîn hatine vekirin. Ji van lêpirsînan 16 wê veguherin dozê."

(rc)