Komîteya Perwerdeya Civakî tecrîd şermezar kirin

14:41

JINHA

TIL TEMIR- KPC Demokratîk a Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Peymangeha Şehîd Jînda a bajarê Til Temir daxuyaniyek da raya giştî.

Komîteya Perwerdeya Civakî ya Demokratîk ya Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi tevlîbûna Saziya Zimanê Kurdî, Peymangeha Şehîd Jiyan, Yekîtiya Mamosteyan û Komîteya Rêvebirina Dibistanan li Peymangeha Şehîd Jînda ya bajarê Til Temir daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniya ku ji aliyê Fadil Mihemed ve hatî xwendin de wiha hat gotin, "Em weke KPC Demokratîk, wekî mamosteyên zimanê kurdî û hemû xwendekarên ziman, tecrîda dewleta Tirkiyê ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Em bang li Saziyên Mirovî û Navnetewî dikin ku erkê xwe yê parastina mirovan pêkbînin, bêdengiya xwe li hemberî van rêbazên dijî mirovahiyê bişkînin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Em soz didin Rêber Apo ku em rêya şehîdên xwe bişopînin. Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re wekî bingehê têkoşînê bigirin dest heya azadiya hemû welatên bindest."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş/ja/rc)