'Tenê Kerîme bêdeng namîne û dibêje ez kurê xwe dixwazim'

15:00

JINHA

STENBOL - Dayika Hurşît Kulter, Kerîme Kulter a ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê peyam şand wiha got: "Cihên ku me nepirsî, kesên ku me derdê xwe venegot, deriyên ku me lêneda nema. Lê ji Hurşîtê min agahiyek tuneye." Ji Dayikên Şemiyê Hepgul Bozoglu jî destnîşan kir ku hemû rayedar bêdeng bûne û wiha got: "Tenê Kerîme Kulter bêdeng namîne, dibêje ez kurê xwe dixwazim."

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 588'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiya ku "Kiryar diyar in winda li kû ne" hate vekirin de dayikan wêneyên windayan û wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter e 37 roj in jê agahî nayê girtir hatin hilgirtin.

Şewitandin û windakirin didome

Di çalakiyê de ewil birayê Hasan Ocak ê di 21'ê çileya 1995'an de hate binçavkirin û piştî 5 rojan cenazeyê wî hate dîtini Alî Ocak axivî. Alî bal kişand li ser salvegera qatlîama Sêwasê û diyar kir ku yên ku bûne sedama qatlîama îro bi destê hikûmetê ve tên terfîkirin. Alî wiha got: "Yên ku duh mirov şewitandin, xizmên me di bin çavan de winda kirin îro jî şewitandin û windakirinan didomînin."

Ji bo windayên nû destur tuneye

Hevsera Fehmî Tosun ê di 9'ê Cotmeha 1995'an de hate windakirin, Hanim Tosun jî diyar kir ku bi salan e ji bo lêgerîna windayên xwe û pirsîna aqûbeta wan li Qada Galatasarayê kom dibin, heke windakirin bidome ev qad dê têra wan neke û wiha axivî: "Ez careke din bang li kesên ku vî welatî bi rêve dibin dikim. Ji bo Hurşît kulter hê jî dereng nîne. Ew sax girtin em jî bi saxî dixwazin." Hanimê got ku ew ê desturê nedin windakirinên di bin çavan de evqas rehet nebe.

'Kesên ku me li deriyên wan neda nemaye'

Piştî axaftinan peyama ku dayika Hurşît Kulter, Kerîme Kulter şand hate xwendin. Dayik Hurşît di peyama xwe ya ku şand de çalakiya Dayikên şemiyê silav kir û wiha got: "Merheba Dayikên Şemiyê, ez têkoşîna we bi rêzdarî silav dikim. Min gelek dixwest ku li cem we bim lê derfetên min rê nade vê yekê. Lê ez dixwazim bizanin ku ez bi ruh û canê xwe ve bi we re me. Wekî ku hûn dizanin Hurşît 37 roj in winda ye. Hurşît tenê kurê min nîne, kurê we hemûyan e. Weke ez jî zarokên we hemûyan mîna zarokên xwe qebûl dikim. Cihên ku me nepirsî, kesên ku me derdê xwe venegot, deriyên ku me lêneda nema. Lê ji Hurşîtê min agahiyek tuneye. Têkoşîna we jî ya min jî ji bo zarokên tu kesan winda nebe ye. Dibe ku vê fêm nakin lê dê roejeke teqez fêm bikin. Ev têkoşîn ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk bê ye. Înşelah kurê min Hurşît û hemû winda dê bên dîtin û careke din dayik dê negirîn."

Hemû rayedar bêdeng in

Piştî peyama Kerîme aqûbeta Hasan Gulunay ê beriya 24 salan hate windakirin hate pirsîn. Ji Dayikên şemiyê Hepgul Bozoglu daxuyanî xwend û wiha got: "Di vî axê de hiqûq tuneye, daraz tuneye, ewlehiya canê welatiyan tuneye." Hepgul destnîşan kir ku ew ê aqûbeta Hurşît Kulter her tim bipirsin û wiha berdewam kir: "Serokwezîrê ku divî pirsên me bibersivîne bêdeng e, Wezîrê Karên Hundir bêdeng e Serfermandarê Giştî yê Artêşê bêdeng e, Midûrê Giştî yê Polîsan bêdeng e, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bêdeng e. Tenê Kerîme Kulter bêdeng namîne û dibêje ez kurê xwe dixwazim."

(rc)