Kongra Star xebatê kampaniya îmzeyan dewam dike

17:17

JINHA

QAMIŞLO - Kongreya Star ji bo şikandina tecrîda girankirî ya a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî hevdîtinên xwe bi rêxistinan re, didomîne.

Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo piştgiriya kampanya îmzeya ku armanc dike tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkîne, hevdîtinên xwe bi rêxistinan re didomîne. Bi vê armancê heyetek ji buroyê ku ji endamên buroyê Mekiya Hiso, berdevka Kongra Star Evîn Siwêd , endama Têkiliyên TEV-DEM'ê Zozan El Umer, endama TEV-Dem a Qamişlo Azro Temo bi Yekîtiya Kedkaran û Rêxistina Mafê Mirovan, Navenda Lêkolîna Stratejîk li Rojava hevdîtin çêkirin.

Di hevdîtinê de van saziyan piştgiriya vê kampaniyê kirin. Endamên Rêveberiya Yekîtiya Kedkaran Newaf Mihemed, Hecî Ferhan, Dêrsim Şiyar nerînên xwe wiha anîn ziman: "Azadiya Rêber Apo azadiya her mirovekî ye, emê heya dawiyê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."

Her wiha endamên Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan Selman Elî, Xalid Derwîş û endamên Navenda Lêkolînên Stratejîk li Rojava Sultan Temo, Azad Mihemed gotin ku wê her dem piştgiriya azadiya Abdullah Ocalan bikin û gotin, ji ber ku mijara azadiya wî mijareke mirovî, ew ê heya dawiyê piştgiriya vê dozê bikin.

(cg/hs/rc)