'Heke hesabê Madimakê bihata pirsîr Cizre nedibû'
17:36
JINHA
SÊWAS - Bi deh hezaran kesên ji bo bîranîna 33 can ên li Madimakê hatin qetilkirin kom bûn li dijî qatlîamên AKP'ê dirûşmeya "Em ê desturê nedin tarîtiyê" qîriyan. Di merasîma ku dirûşma "Yên ku Sêwas şewitandin Cizîr jî şewitandin" berz kirin banga xurtkirina rêxistinbûnê kirin. Ji bo ku Otela Madimakê bibe muzeya şermê careke din daxwaz hate kirin.
Bi deh hezaran kes ji bo bi bîranîna 33 kesên beriya 23 salan li Otela Madimakê ya Sêwasê hatin qetilkirin li ber otelê hatin cem hev û dirûşmeya "Em ê desturê nedin tarîtiyê, hesab bipirsin" berz kirin. Kesên ku ji bo bîranînê li taxa Alîbaba kom bûn ber bi cihê qatlîamê ve meşiyan. Li pêşiya kortejê otobusa li ser "Dê ronahiya Sêwasê venemire" nivîse cih girt. Ji otobusê bênavber navê kesên ku qatin qetilkirin hate anonskirin û bi deh hezaran kesan jî bi yek dengî bersiva "dijî" dan. Li pêşiya kortejê malbatên kesên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin şewitandin hilgirtin û meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Qatil AKP dê hesab bide" "Em ê teslîmê tarîtiyê nebin" "Yên ku Sêwas şewitandin Cizîr jî şewitandin" berz kirin. Meş li ber Otela Madimakê bi dawî bû.
Heta neba muzeya şermê dê ji deriyê nekevin hundir
Dora otelê bi bariyeran ve ji aliyê polîsan ve hate girtin û destur nehat dayîn ku jibilê kesên ku xezmên xwe winda kirine derbas bibin.Malbatan li vir careke din xwestin ku otel bibe muzeya şermê û heta ku nebe muzeya şermê jî dê desturê nedin kes bikeve otelê. Malbatan qurnefîl danîn ber otelê. Tembûra Hasret Gultekîn ê ku di qatlîamê de şewitî bû jî wekî sembola wî temburekî şewitî bi qurnefîlan ve danîn ber avahiyê.
'Em ê bêhtir xwe rêxistin bikin û ji kujeran hesab bipirsin'
Di vê navberê de parlamenterê HDP'ê yê Muslum Dogan daxuyaniyeke kurt da rojnamegeran. Muslum anî ziman ku ew 23 sal in li edelatê digerin û wiha got: "Heta ku ev doz bi encam nebe dê wijdan rehet nebin. Yên ku duh qatlîam pêk anîn îro dîsa qatlîaman pêk tînin. Em ê bêhtir xwe rêxistin bikin û hesab bipirsin."
'Heke hesabê Madimakê bihata pirsîr Cizre nedibû'
Piştre Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî û diyar kir ew ji bo hesabê Madimakê bipirsin careke din li qadan in û got ew ê li qadan bin jî. Gulîstan wiha berdewam kir: "Heke hesabê Sêwasê bihata pirsîn Cizîr nedibû. Bêguman dê edalet bê vî welatî. Dê edaletê jî hevrêyên wî yên Sêwas, Roboskê, Cizîr û Geziyê bînin."
Piştî ku qunrefîl hatin danîn nûnerên rêxistinên elewiyan axivîn.
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Ganî Alkan qatlîam şermezar kir û bang li hemû kir xwest bibin yek û bihev re ji kujeran hesab bipirsin.
Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Almanya Huseyîn Mat jî anî ziman ku îro tê xwestin elewî bêdeng bibin lê bila bizanibin ku dê tu caran bêdeng nabin.
'Ên ku fermana Cizîrê dan ji bo me kujer in'
Huseyîn piştî ku der barê qatlîama Madimakê de biryara demborînê hate dayîn gotina Serokwezîrê wê demê Erdogan ê "bila ser xêre be" bi bîr xist û bi tundî nerazîbûn nîşanda. Huseyîn wiha got: "Heke li Cizîrê fermana qetilkirina zaroka 7 rojî dide, li Sîlopiyê li Amedê gelê kurd tê qetilkirin ên ku van gotinan bi kar tînin li gorî me kujer in."
Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yê Elewiyan Dogan Demîr jî bilêv kir ku 23 sal in li vir û dê netirsin û dîsa bên heta ku yek kes bimînin jî dê hesab bipirsin û bên vê derê.
Li ser navê kesên ku xizmên hatine şewitandin jî Huseyîn Ozkan ê du xwîşkên xwe winda kir axivî û wiha got: "Madimak ev 23 sal in dişewite. Beriya wi Çorum û Mereş hebû. Ji me dixwazin em qatlîaman ji bîr bîkin. Gelo em ê ji bîr bikin? Em ê tu caran ji bîr nekin. Heke em ji bîr bikin em ê sibehê dêsa bên qetilkirin."
Piştî exaftinan ji bo kesên ku hatin qetilkirin semah hate girtin û bi belavkirina loqmeya Xizir merasîm bi dawî bû.
(rc)