Qoser ji bo Licê di çalakiya nobetê dene

08:09

JINHA

MÊRDÎN – Çalakiya nobetê ya ku li Qoserê li hember êrîşên ser Licê hatî despêkirin berdewam dike.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên ser navçeya Licê ya Amedê çalakiya nobetê berdewame. Nobeta ku li avahiya rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Qoserê berdewam dike. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Qoserê, Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê, rêveber û hevserokên HDP û DBP’ê yên Qoserê jî cîh girtin. Di salona çalakiya nobetê têde berdewam dike de pankarta "Em komkujiya mirov û xwezayê ya li Licê şermezar dikin" hate vekirin.

Çalakiya nobetê ji saet 18.00'an heta 24.00'an berdewam kir.

(kom/zt)