Li Çiyayê Şengalê li hemberî germê holik tê çêkirin
09:02
Xensê Xidir/JINHA
ŞENGAL - Li Şengalê gel û bi taybet jinên Êzidî li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi vînek herî mezin berxwe didin. Li gorî şertên havînê, germehî carna dibe 48 dereceyî (Pile) û tevî vê gel axa xwe bernade û bi şêwazên afrîner jiyana xwe ya rojane didomînin. Jin di vî alî de rolek mezin dilîzîn. Jinên Şengalê gotin: " Li ber vê germa havînê mayin û ji welat dûrneketin berxwedana herî mezin e."
Jinên Êzidî bi her awayî li berxwe didin, tevî hemû zehmetiyan jî jin êdî xwedî hêzek mezinin û bi destê xwe dîrokê dinivsinin. Li gor şert û mercên pir giran yên Şengalê jî jinan çawa ku zivistanê di çadiran de li dijî sermaya dijwar berxwe dan, niha jî li dijî germaya havînê ya carna digêhêje 48 dereceyî, berxwe didin. Jinan bi çekirina kepiran ku wek cihekî sî ava dike jiyana xwe didomînin. Jina bi navê Gulê Îdo axivî û wiha got: "Rewşa me ji germê gelek nebaşe. Ji ber ku vê dawiyê hewa gelek germ buye, ev yek jî dibe sedema nesaxbuna zarokan. Ji ber ku amurên cemidandina av û xwarinê nînin gelek nexweşî derdikevin. Dema zarok derdikevin û bayê gerim li wan dide yan jî şîrê wan gerim dibe ew zû nexweş dikevin. Yên mezin jî ji germahiyê aciz dibe, lê zarok pitir zehmetî dikşinin. Ji ber ku hewa germe bi rojê zarok nikarin xew bikin û xwarin bixwin ev yek jî dibe sedema zeyif bûna zarokan."
Dayika Gulê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê dîsa ji em holikan ji bo sih were çêdikin û xwe ji germê diparêzin. Çi jî bibe sar be germ be, em dest ji axa xwe bernadin.”
‘Em nekarin derkevin derve’
Her wiha Keça bi navê Henan Nayif jî nêrinên xwe wiha anî ziman : "Havîna li Çiyayê Şingal ê gelek germ e, saet di navbera 09.00-15.00’an de em nikarin ji bin holikên xwe derkevin. Ji ber ku hewa gelek germ e. Ev germahî jî gelek nexweşiyan çêdike û bi taybetî bo zarokan. Ji ber ku hewa germ e û em ava germ vedixwin gelek zerar digihe me. Ji ber ku ti amurên hewayê sar û parastina av û xwarinê ji germê nînin. Daxwaza me ji cihên ku dikarin deste alîkariyê bidin, bila alîkariyê bidin vî gelî.”
‘Em ji germê zehmetiyên mezin dikişînin’
Her wiha keça binavê Sefiya Şivan axivî û wiha pê de çû: “Di vê germa havînê de gekê li vir di bin van çadiran de gelek zehmetî dikşinin. Ji ber ku çadir ji kevin bune rojê derbaz dike û mirov dişewitine. Me holik çêkirin ji bo parastina xwe ji rojê. Dema mirov lê binere ev berxwedaniyek herî mezin e. Berxwedanî ne tenê mirov çek hilgire, bi çi awayî mirov dest ji axa xwe berne de berxwedaniye."
Sefiyayê di dawiya axaftina xwe wiha got: “Em daxwazê ji hemû cihan û saziyên mafê mirovan dikin ku alîkariya van zarokan bikin da ku dema ava xwe vexwar, zirar negihêje wan zarokan.”
Li çiyayê Şengalê bi germaya zêde re nexweşiyên wek tîfo, brûsela zêde dibin. Cardin ji ber çadiran ku piranî naylone jiyan zehmet dibe. Jinên Êzîdî bi şewazên afrîner ji bo jiyana xwe bidomînin nav hewildana dene. Bi çêkirina kepiran li hember germa zêde berxwe didin.
(hu)