‘Berxwedana jinan DAIŞ’ê diqedîne’

09:03

JINHA

ENQERE- Şervana BOG’ê Eylem Aktaş û şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş di pêngava azadkirina Mînbîcê de di pevçûna bi çeteyê faşîst DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistinên jinan balkişandin ser şoreşa jinê û têkoşîna jinê ya li Rojava bilind dibe û pêvajoya tê jiyîn jî wek şoreşa jinê bi nav dikin.

Rêxistinên jinan da zanîn k udi Şoreşa Rojava û operasyona Rakkayê de derketina pêş a jinan hêzê dide jinên li Tirkiyeyê û diyar kirin ku ew wê têkoşîna wan bilind bikin, berdewam bikin. Seroka Partiya Şoreşger Nazli Buket Yazici têkildarî geşedanên siyasî ya li Sûriye û Tirkiyeyê tê jiyîn de axivî û got li Rojava li dijî polîtîkayên zilm û komkujiyê yên DAIŞ’ê berxwedana hatiye destpêkirin bilind bûye û wiha got: “Bi berxwedana Kobanê re li Tirkiyeyê û cîhanê deng da. Me di berxwedana Kobanê de ev dît. Berxwedaneke jinê ya li dijî DAIŞ’ê berxwe dida hebû. Vê berxwedanê di esasê de nokteya ku DAIŞ diqedand bû. Ji ber li vir hem şervanên jin li pêş bûn û hem jî zîhniyetek hebû. Mêrek çawa kesê ne wek xwe tine dike, zîhniyeta DAIŞ’ê jî zîhniyeteke ku LGBTÎ’iyan bi awayekî hov qetil dike ye.”

‘Di esasê de şerekî îdeolojîk heye’

Nazliyê wiha berdewam kir: “Ev şer ne tenê têkoşîneke çekdarî, şerekî aqile, şerekî îdeolojiyê ye. Zîhniyetek serdest a mêr heye. Li dijî vê jin têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin. Ji ber têkoşîna li Rojava tê dayîn di esasê de li dijî zîhniyeta mêr tê dayîn. Ya hevalên me yên jin li ser piyan digirin hevalên me yên jinin.”

‘Rojava şoreke jinê ye’

Nazliyê balkişand ser operasyona Rakkayê ku bi pêşengiya YPS-YPJ’ê ji aliyê Hêzên Demokratîk aSûriyeyê ve hatiye destpêkirin û got: “Ev operasyon di bin fermandariyek jin de peyam ji bo hemû cîhanê bû. Ji ber em dizanin ku DAIŞ’ê li jinên Êzidî çi kir. Ji aliyê jinekê rêvebirina operasyona Rakkayê nîşan dide ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.”

‘Bi hişmendya enternasyonalîst çûn wir’

Nazliyê destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de bi pêngava Mînbîçê re ji ber hinek cih di destê DAIŞ’ê de man pevçûn dijwar bûn û got: “Li vir du hevalên me yên jin şehîd ketin. Hevala Sevda û Eylem bû. Ev hevalên me ji Tirkiyeyê beşdarî şoreşa Rojava bûn.Ji ber ku hevalên me ev dizanibûn. Bombeya li Rojava, li welatê an jî deverek cuda ya cîhanê teqyaye, din ava me de teqyaye. Bi hişmendiyeke enternasyonalîst çûn. Hevala Eylem Tirk bû. Sunnî bû. jin bû li dijî DAIŞ’ê şer kir. Eylemê dizanibû ku ferqa wê ji jinên Êzidî tine.”

‘Emê têkoşîna wan mezin bikin’

Nazli gotinên xwe wiha berdewam kir: “Hevalên me yên jin yên li Rojava piştevaniyê dihunin, xwişktiyê dihunin. Em jî soz didin wan ku wê têkoşîna wan mezin bikin û tola wan bigirin.”

‘Emê ala wan nexînin xwarê’

Ji rêxistina jinan a Yeryuzu Ozge Tekîn jî got şoreşgerên jin yên Enternasyonalîst li dijî DAIŞ’ê têkoşîna azadiyê bilind kirine û got: “Tevgera rizgariya jinan a Tirkiyeyê ya ku ala wan ya mor hil dide heye. Hevala Eylem û Sevda nemirin. Emê ala hevala Eylem hildin û ti car nexînin xwarê. Îdealên wan hebûn. Dixwestin cîhanê azad bikin. Li dijî serdestiya mêr serhildanek hebû. Emê têkoşîna wan teqez şûnde xînin. Emê li kampus, kolan û fabrîqeyan bidin jiyandin.

Ji rêxistina Jinên Ciwan a Azad Cansu Yumuşak jî got fermandarên jin yên operasyona Rakkayê hêvî dane wan û got ev hêvî wan li ser piyan digire û got têkoşîna ku didin hêz daye qezenckirin.

(mc/hu)