Remziye bi salan e bi postkartan cejnê zarokên xwe pîroz dike
09:04
Hulya Okalîn/JINHA
AMED - Dayîka bi navê Remziye Taşkiran a ku xwendin û nîvisandin nizane bi salan e ji ber nîkare biçe hevdîtina zarokên xwe yên ku dîgirtîgehan de ne, cejna zarokên xwe bi du hevokên wek "Cejna we pîroz be" bi rêya postkartan pîroz dike.
Li Bakurê Kurdistanê her çiqas li ser girtiyan zext û binpêkirina mafan zêde dibe di heman demê de li ser malbatên wan jî zext û zordarî zêde dibin. Li Kurdistanê her car komek girtî sîrgunê girtîgehên bajarên Tirkiyê tên kirin û ji malbatên wan tên dûr xistin. Her wiha bi girtiyan re malbat jî tên cezakirin û zext li ser wan zêde dibe. Dayîka bi navê Remziye Taşkiran ku bi salan e 3'ê kurên wê di girtîgehê de ne û her tim tên sîrgun kirin, jî yek ji malbatên ku rastî zextan tên e. Remzîye yê ku temenê 60'î dibore, ji ber her sê zarokên wê di girtîgehên bajarên Tirkiyê yên cuda tên ragirtin, bi salan e nikarê biçe hevdîtina zarokên xwe.
Bi salan e 4 kurê xwe nabîne
Kurê Remziya, Erdal Taşkiran ku di sala 1993'an de hat girtin û piştî li gelek girtigehên Kurdistan û Tirkiyê de hate sîrgunkirin, niha jî di girtîgeha Tîpa E'yê ya Amasyayê de tê girtin. Kurê Remziye, Remzî Taşkiran di sala 2012'dan de hate girtin û di Tîpa E'yê ya Semsûrê de tê girtin. Kurê wê ya 3'an Bulend Taşkiran jî ev 8 mehe ku di girtîgeha Tîpa E'yê ya Mersînê de tê girtin. Her wiha kurê Remziye ya herî biçûk Turgut Taşkiran di serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an de tevlî berxwedana Kobanê bû.
'Min kurê xwe Erdal 9, Bulend jî 4 sal e nedîtiye'
Remziye wiha qala zehmetiyên xwe kir, "Piştî ku ez ji dil û Guatrê xwe ameliyat bûm bijîşk destûr neda ku ez rêwîtiyê bikim. Ji ber zarokên min ji min gelek dûr in ez nikarim biçim hevdîtina wan. Kurê xwe Erdal 9, Bulend jî 4 sal e min nedîtiye. Ez pirejinekim û nexweş im. Dilê min bi zarokên min ve ye. Di rûyê cihanê de hemû daxwaz û miradê min ew e ku berî ez bimirim zarokên xwe bibînim e. Lê ka ez çi bikim nikarim biçim cem wan. Jixwe dewletê wan bersuç ditiye û wan girtiye. Lê belê bila wan nêzî me bikin ku em car caran biçim cem wan û gulcemala wan bibînin."
'Min sûretê kurê xwe jibirkiriye'
Remziye destnîşan kir ku ji ber zûde kurê xwe Erdal nedîtiyê sûretê wî jibîr kiriye û wiha berdewam kir: "Ez gelek kurê xwe meraq dikim. Kurê min roj bi roj mezin dibe û ez mezinbûyina wî tenê di wêneyên ku dişeyîne de dibînim. Ez tenê heftiyê carek bi reya telefonê bi war re diaxivim û dengê wan dibihîsim. Gelek caran mahê carek jî dengê wa dibihisim. Ji bo dema axaftina telefonê 10 deqeye em gelek kêm diaxivin."
Bi postkartan cejna zarokên xwe pîroz dike
Remziye anî ziman ku hesreta wê ew e ku di cejnekî de bi zarokên xwe re bê cem hev û ev tişt got: "Min dixwest ku ez jî wek hemû dayikan li cem zarokên xwe bim û bi wan re cejnê pîroz bikim. Bi salan e ku zarokên min, nayên destên min û ez şekîrên cejnê dirêjî wan nakim. Dayîkên ku zarokên wan di girtîgehê de ne bi minasebeta cejnê diçin cem zarokên xwe. Zarok destên dayik û bavên xwe diramusîn û dayîk jî bi germahiya dilê xwe zarokên we hembêz dikin. Lê ez tenê bi du hevokan wek 'Cejna we pîroz be' postkart dişeynim û cejna zarokên xwe wiha pîroz dikim û ew jî ji min re wek min bi postkartê pîroz dikin."
(rc)