Xwediyê çanda nehatiye nivîsin jinên dengbêj
09:06
JINHA
WAN – Jinên çanda dengbêjiyê anîn roja îro, tiştên bi salan berê haitne jiyîn heta nifşê îro anîne. Meryem Tuncer ku çanda dengbêjiyê heta îro aniye, diyar kir ku divê çanda nehatiye nivîsin, kilamê heta îro hatine neyên jibîrkirin. Meryemê da zanîn ku xebatên ciwanan ya li ser dengbêjiyên şerte û di alî dîrokî de jî girînge.
Çavkanî û anîna muzîka kurdî ya ji kevneşopiya devkî tê dengbêjiye. Gelek caran beyî enstruman dengbêjan klamên xwe anîn ziman û bandorek mezin li muzîka Kurdî dike. Erdnîgariya Kurdistanê ya li çar parçeyan veqetiyaye esasa sereke ya muzîkê ye. Zext û zordarî li pêş îcrakirina çanda muzîkê asteng be jî Kurdan têkiliya xwe ya bi muzîkê re qût nekirin. Meryem Tuncer (40) ya mîrateya Ayşe Şan û Meryem Xanê meşand diyar kir ku çanda dengbêjiyanan jinan ava kiriye û wan nemir kiriye. Meryemê da zanîn ku dengbêjiyê êş, hezkirin û kêfa jinan vedibêje.
‘Çanda dengbêjiyê bi jinan re vejiya’
Meryemê bi lêv kir ku di temenê biçûk de çanda dengbêjiyê nas kiriye û li herêma ku feodalbûn serdest bû, jinan êş, kêf û evîna xwe bi dengê xwe tevî ku qedexe bû berdewam kir. Meryemê wiha got: “Jinê nekarî stranan bêje. Ew wek karê mêr dihat dîtin. Ew wek karê mêr dihat dîtin. Jinên dengbêj wê demê zêde bûn. Lê ji ber şerm û qedexe bû me xwe nedidît. Çanda dengbêjiyê jixwe bi jinan vejiyabû. Ew wek karê mêran hat dîtin. Jin dihatin zewicandin. Dikirin berdêl.”
‘Jin ji çanda wan dur hatin xistin’
Meryemê da zanîn ku çûyîna jinan a dîwanê şerm dihat dîtin û jinan li ber derguşa xwe û zozanan klamên xwe digotin. Meryemê wiha got: “Jin ji çanda wan dur hatin xistin. Me jî li cihên bêdeng stranên xwe gotin. Jinan li cihên mêr tinebûn dengê xwe nîşan didin. Ez evîndarê dengbêjiyê bûm. Şevên zivistanê şêbirk hebûn. Lê li ser me zext hebûn.”
Divê dengbêjî neyê jibîrkirin
Meryemê got di temenê biçûk de hatiye zewicandin û got wê ji bo çanda dengbêjiyê gelek têkoşîn daye û heta îro aniye. Meryemê got ji bo dengbêjî neyê jibîrkirin divê ciwan xebatan bimeşînin.
(db/hu)