Jinên Hesekê hêviyên xwe yên meha Remezanê vegotin

09:07

JINHA

HESEKÊ- Jinên bajarê Hesekê hêviyên xwe yên meha Remezanê anîn ziman. Jinan got, "Hêviya me ew e ku meha Remezanê bibe meha aramiya Rojava û azadkirina tevahî xaka Sûriyê."

Jinên bajarê Hesekê yê girêdayî Kantona Cizîrê hêviyên xwe ên meha Remezanê de anîn ziman û xwestin ku ev meh bibe meha aramî û rizgarkirina tevahî xaka Rojava û Sûriyê. Endama Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê Hizbiye Mihemed zehmetiyên meha Remezanê anîn ziman û wiha got: "Di Remezanê de me gelek pirsgirêk jiyan kirin, hin caran elektrîk û av qut dibû, her wiha me gelek şertên zehmet jiyan kirin. Hemû zehmetiyên ku me jiyankirine encamên kiryarên çeteyen DAÎŞ'ê ne. Em dixistin nava dorpêçê de. Hêviya me ew e ku meha pîroz bibe meha rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê. "

Leyla Ibrahîm jî ya ku pêkhateya Erebe, hêviyên xwe yên meha Remezanê wiha anî ziman, "Her kes ji ber tundiya çeteyên DAÎŞ'ê ji cih û warê xwe koçber dibin. Gelê Sûriyê ji ber van êrîşan gelek êş û azar kişandine, daxwaza ku em di vê meha pîroz de ji Xweda dixwazin ew e ku xweşî û aramî careke din vegerin herêmên me. Me bêriya kombûna malbatan di meha Remezanê de kiriye. Me bêriya ken û kêfa ku ev çend sal em jê bêpar mane."

'Wê çeteyên DAÎŞ bi saya berxwedana QSD'ê têk biçin'

Endama Navenda Zanist û Perwerdê ya Jinê Selma Fayîq wiha got: "Çeteyên DAÎŞ'ê ku bi navê Îslamê her hovîtî û komkujiyan bi serê mirovan de tînin. Wê bi saya şervanên QSD'ê têk biçin, wê hemû êrîşên wan vala derkevin. Hovîtiya wan a ku îro li Reqa, Minbic û Şêx Meqsûd tê kirin, bê guman wê ji wan re neçe serî. Duaya me ew e ku di meha Remezanê de çeteyên DAÎŞ'ê têk biçin û gel careke din bi aramî jiyan bike."

Jinan di dawiya axaftina xwe de bêdengiya cîhanî derbarê êrîşên ser Rojava, Sûriyê û Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

(ee/hs/rc)