‘Hedefa jîneolojiyê ne navendîbûn herêmîbûne’
09:09
JINHA
STENBOL-Xebatkara Yekîneya Jîneolojiya Stenbolê Rojda Yildiz faliyetên dema pêş, çi jiyane, girtina deman vegot. Rojdayê nêrînên xwe yên têkildarî hedefên xwe de û atolyeyên jîneolojiyê de wiha vegot: “Atolye ji bo avakirina hînbûna têkiliya zanist-jinê û afirandina cudabûnan hatiye kirin. Hedefa jîneolojiyê ne navendîbûn herêmîbûne.”
Atolyeyê jîneolojiyê ku wek zanista ‘Jin û jiyanê’ tê bi navkirin pêl bi pêl mezin dibe û hedef dike xwe bigihîne hemû jinan. Jîneolojî dîroka jinê ya tine hatiye hesibandin ji paşerojê hate îro datîne ber me. Xebatên jîneolojiyê destpêkê li Amedê destpêkirin û piştre li Stenbolê dest pê kir. Xebatkara Jîneolojiyê ya Stenbolê Rojda Yildiz têkildarî xebatên xwe de axivî. Rojdayê da zanîn ku 3 mehan pirtûka Ketina Jîneolojiyê xwendine û di vê çarçoveyê de nîqaş meşandine û got: “Jinan bi jîneolojî û nîqaşên wêre ji jiyana rojane bigirin heta jiyana wan û heta dersên hevalên xwendekar bi bandor bûn. Bandora me xwest em biafirînin jî afirî.”
‘Min civaknasiya rast bi jîneolojiyê fêr kir’
Rojdayê destnîşan kir ku atolyeya wan xîtabê aliyekî nake û got ji mamosteyan heta xwendekaran, ji jinên xebatkar bigirin heta jinên kedkarên malê jin tên cem hev û li ser zanîna hilberîndine nîqaşan dimşînin. Rojdayê wiha got: “Mînak hevalek meya civaknasiyê dixwîne hebû. Asmin Isirgan niha di girtîgeha Bakirkoyê de ye. Asmînê digot ‘Ez civaknasiyê dixwînim lê ez civaknasiya rast li vir hîn dikim.’ Ev ji bo me pêngavek gelek girîng bû.”
Rojdayê bi lêv kir ku dayik û jinên kedkarên malê di atolyeyan de zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: “Em difikirîn ku têgehên jin û zanistê çawa li taxan vebêjin. Ji ber ku zanist wekê ku li zanîngehan û bi taybet jî ji aliyê mêran ve tê dîtin, dihat dîtin. Heta gelek hevalên me têkildarî zanînê de fikra wan tinebû. Piştî cerebandinan eleqeya jinan a ji bo jîneolojiyê zêde bû.”
Jin bi pratîka xwe kulliyatê ava dikin
Rojdayê wiha got: “Zanista Tipê di serdema pîrebokan de zanînên ji destê jinan hatine girtin û li zanîngehan hatiye hepskirinê ye. dema em van vedibêjin yanî hevîrê ew li malê çêdikin zanîn xwarinên tên çêkirin jî kîmyaye. Jin bi van mînakan kulliyat avakirine.”
Rojdayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mesele ne mesela xwendin û nivîsandinêye, ne meseleya li cihê xwe rune û zanînan hilberînê ye. Ger fêdeya zanînê ji civakê re hebe zanîn heye. Di demên pêş de emê biçin gelek navçeyan û atolyeyan pêk bînin. Hedefa Jîneolojiyê ne navendîbûne, herêmbûne. Em dixwazin zanîna herêmî derxin holê. 8 klavuzên jîneolojiyê yên wekê perwerde, tenduristî, polîtîka, dîrok, aborî, ekolojî û demografiyê heye. Em niha herî zêde li ser tenduristiyê disekinin.”
(no/odk/hu)