Dayikên Geverê biranînên xwe bi kilaman tînin ziman
09:41
JINHA
COLEMÊRG - Dayikên Geverê bîranîn hest û xemgîniyên xwe li ber siya avahiyên hatîn xirakirin bi stranan tînin ziman.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî 79 roja qedexeya derketina kolanan hêzên dewletê gelek avahî hilweşandin û şewitandin. Gelek welatî di nava bajarê hilweşayî de li biranînên xwe digerin. Dayikên di taxa êrîşên herî giran lê hatî jiyîn Cumhuriyetê di derbarê tiştên jiyan kirî de nirxandin kirin. Hinek ji wan di salên 90'an de ji gundê xwe bi zora dewletê koçber bûne, zarokên hinek ji wan jî di refên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane. Çirokên hemû dayikan cudaye, lê birînên hemûyan yeke. Hemu êşên xwe bi ciranên xwe re par dikin. Dayikên ku piştî rakirina qedexeyê vegeriyane ser axa xwe û bajarê hatî şewitandî ji ber hovitiya hati jiyandin şaşwazin. Dayik her roj tên li ber siya avahiyên xwe yên xirabûyî sohbetê dikin û ser tiştên hatine jiyan kirin sitranan dibêjin. Dayik kilamên weke; "Wala deşta Geverê çende xweşe, wala dayê gul û daran kulîlkên xwe vedane, wala ne mayê gerîlayan çek û sîlahên xwe hildane” ser Geverê dibêjin.
Dayika Mîsrî Aslan a 60 salî aznî ziman ku zarokên wan parastina wan û axa wan kirine û wiha got: "Dema ku dewletê têkçuna xwe dît, dest bi kuştin û girtina zarokên me kirin. Ji bo wan kirinên dewletê ciwanên Geverê bêdeng nebûn û ji bo paristina gel ê xwe di nava taxên xwe de li berxwedan. Dewlet bi tank û topên xwe hatin bajarê me, ji ber wê jî em mecbûr derketin. Dema ku dewletê dît bajar vala ye wê demê jî hemû kîna xwe li avahiyên me derxistin. Me hesnekir em ji bajarê xwe derbikevin. Em bi zorî ji bajarê me derxistin. Lê bila hemû kes bizane çi hêz nikare me ji axa me dûrbêxe.”
Edîbe Işik (50) jî diyar kir ku heya niha dewletê tiştek erênî nekiriye û got: "Em bi zorê ji avahiyên me derxistin. Lê bila her kes bizane, emê ticarî axa xwe ji kesê re nehêlin û bi ti deveran de neçin.”
Fehîme Işik (60) jî bilêv kir ku weke salên 90’an cardin hêzên dewletê xwestin wan koçberbikin û wiha domand: “Em li Fereşînêbûn, di salên 90'an de bi zora dewleta tirk derketin û tehdîtên wan em ji gundê xwe derketin. Piştê em hatin Geverê û bi salane li vir dijîn. Mixabin dewleta tirk tu caran em qebûl nekirin. Wek berê dîsa bi hêzên xwe hatin ser me. Da ku em Geverê de derbikevin, tiştê ji destê wan bê kirin. Bi mehan çi ji destê wan hat kirin. Dema ku zanîn em gavê paşde navêjin, bi leşkerên xwe hatın ketin nava bajê. Ji ber li gel wê hemu hêza xwe biserneketin, vêcarê jî bi hemu hêrsa xwe ser avahiyên me de hatin."
'Ciwanên me ji bo aştiyê li ber xwe dan'
Dayika ku zarokê wê di nav berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayî Pîroze Aslan (65) jî da zanîn ku bi zora dewletê ew ji gundê xwe hatin koçber kirin û hatine Geverê, niha jî dewlet dixwaze wan ji Geverê ji derxe û got: "Dewlet têkiliya me welatiya dît û da ku vê têkiliyê xira bike dest bi êrîşan kir. Me jî ji bo parastina xwe hendek vekirin."
Kumrî Işik (56) jî wiha axivî: "Em ji bo ziman û nasnameya xwe li ber xwe didin. Lê mixabin bi salane dewlet vê fahmnake. Di dawiyê de jî cihên ku qedexe lê hat dayîn jî hemû tiştên me û keda me ya salan winda kir. Me dîsa bangavaziya xwe ya aştî yê wek her caran anîn ziman.”
(kom/zt)