Li Şirnexê her der navenda jiyanê ye

10:19

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê ku ji ber êrîşên hêzên dewletê koçber bûne û li gundê Nerex bi cih bûne dibistana gund ji xwe re kirin qada jiyanê. Welatiyên ku naxwazin koçî metropolan bibin xwestin ku demek zû de "qedexe" rabe.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên li hember rêveberiyên cewherî di roja 111'an de berdewam dikin û gelê ku koçberî gund, bajarok û navçeyên derdorê bûne li gor derfetan jiyana xwe saz dikin. Gel li hember zoriyên koçberiyê dest dide hev û bi vî awayî armanca dewletê ya koçberkirina metropolan têk dibe. Welatiyên ku koçber bûne geh li ber avekî, geh di konekê de an jî li cem xizmên xwe dijîn. Li gundê Nerex jî 7 malbatan dibistana gund ji xwe re kiriye wargeha jiyanê.

Li Nerex 7 malbatên ku hatine koçberkirin dibistana 2 qat li gor derfetên xwe bi rêk û pêk kirin û li vir jiyana xwe berdewam dikin. Malbatan her polek veguherandiye odeyekê û kar û barên xwe yên jiyana rojane jî di baxçeyê dibistanê de pêk tînin. Tenê xwestekek ya gel heye ku demek nêz de qedexe rabe û vegerin malên xwe.

'Em dixwazin vegerîn malên xwe'

Îdê Kilinç ku 4 meh e dibistana gund jê re bûye wargeha jînê diyar kir ku ew pirsgirêka avê dikişînin û wiha axivî: "Em di hundirê odeyekê de 15-20 kes dijîn. Şertên jiyanê li vir zor in. Em dixwazin demek nêz biçin malên xwe."
Hezer Kilinç jî got ku ew naxwazin koçberî metropolan bibin.

(kom/zt)