‘Zarokên min gihan xeyalên ku min xwe negihandiyê’
10:43
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Asya Gungen, ji ber operasyonên komkujiyê yên hêzên dewletê li Şirnexê pêk anîn, ji bajarê Şirnexê koçî gundê Avgamasya kir. Keç û kurekî Asya Gungen di nava refê HPG'ê de ye, kurekî wê jî di nava YPS'ê de ye. Asya, piştî koçî gundê Avgamasya kir, zarokên xwe bi çîrokên gerîla mezin dike.
Hêzên dewletê 110 rojin di çarçoveya operasyonên komkujiyê de dorpêça li Şirnexê berdewam dike. Welatiyên ku ji ber êrîşên top û hawanan malên xwe terk kirin, bajar û axa xwe terk nekirin. Welatiyên ku ji nava bajar derketin li gund û gundikên derdorê bi cih bûn. Gelek jê di bin kon û çadirên naylonî de bi cih bûn. Hin malbat jî hatin cem hev û di xaniyên xizmên xwe de bi cih bûn. Yek ji malbatên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê yên dijwar ji taxa xwe derketin û li gundê Avgamasya bi cih bûn, malbata Asya Gungen a 57 salî ye. Malbata Asya, zarokên xwe diyarî têkoşîna gelê kurd kiriye. Keç û kurekî Asya di nav HPG'ê de têdikoşin. Kurekî wê jî di nava YPS'ê deye. Malbata Asya Gungen, 25 sal berê ji ber êrîşên dewletê ji bajaroka Dêrgûlê koçî Şirnexê kirin. Malbat piştî li taxa Bahçelievlerê bi cih bûn, dîsa rastî zextên dewletê hatin. Lê her êrîşên dewletê zêde bû, têkoşîn û berxwedana wan jî xurt bû.
Zarokên xwe bi çîrokên gerîlla mezin dike
Ji 8 zarokên Asya Gungen, 3 heb tev li têkoşîna azadiya kurd bûne. Asya, wateyek mezin dide tevlebûna zarokên xwe û zarokên din ên mayî bi çîrokên gerîlla mezin dike. Asya, da sanîn ku tevlêbûna zarokên wê ya nava gerîlla ew şaş nekir û wiha got: "Dema yekem car jinek ciwan a gerîlla hat gundê me kelecana min pir mezin kir. Dema ez ciwan bûm min her dem xeyal kir ku bibim gerîlla. Keça min hêj 15 salî bû, tev li gerîlla bû. Salek şûnde kurê min ê 18 salî tev li gerîlla bû. Dema berxwedana li dijî komkujiya Şirnexê dest pê kir, kurê min 5 zarokên xwe li pey xwe hişt û tev li YPS'ê bû. Em niha agahî jê nagirin. 3 zarokên min ji ber zordariya dewletê tev li têkoşîna azadiyê bûn. Li dijî polîtîkayên koçberiyê li ser piyan û serbilind in. Dema keça min tev li refê berxwedanê bû ez bê nefes mabûm. Piştre kurê min tev lê bû. Piştre ez fikirîm ku zarokên min tercîhên rast kirine. Ji ber ku min jî xeyal dikir ku bibim gerîlla û ew gihiştin wan xeyalên min. Niha li pey kurê min ê tev li YPS'ê bû 5 neviyên min mane. Niha ez neviyên xwe mezin dikim. Ez wan bi çirokên gerîlla mezin dikim."
Asya, da zanîn ku ew difikirin ku kurê wê di berxwedana parastina Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabe û wiha axivî: "Ji ber vê gumanê min minaka xwînê da saziya tipa edlî. Ji bo ez kurê xwe teşhîs bikim min bi dehan wêneyên cenazeyên perçekirî temaşe kir. Dema min li wan bedenên perçe dinerî polîsê tenişta min, ji bo hêsirê çavê min bibîne li çavê min dinerî. Lê ez li pêş wan negiriyam. Dema min ew guleyên li bedena wan a taze ketiye didît min fam kir ku divê bêtir ez di ber xwe bidim û têbikoşim. Ez dê her dem serbilind têbikoşim.”
Asya Gungen herî dawî destnîşan kir ku ava çirav û bi herî ya ku li Şirnexê vexwin çêtire ji qesr û qonaxên wan û dê her dem têkoşîna xwe bilind bikin.
(kom/zt)