Welatiyên Minbicê ber bi herêmên ewle ve diherikin
11:19
JINHA
MINBIC – Welatiyên Minbicê yên ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê xwe digihinin herêmên bi ewle li benda azadiya Minbicê ne. Jina bi navê Ayyus a ku ji bin zilma DAIŞ’ê azadbuyî got: ”Em her roj ji bo şervanên meclisê duayan dikin. Ger ew nebana emê dibin zilma DAIŞ’ê deba.”
Di bajarê Minbicê yê dibin mêtîngeriya DAIŞ’ê de ye kurd, ereb, çerkez û tirkmen bi hev re jiyan dikin. Operasona Fermandar Faysal Ebû Leyla ya azadiya Minbicê di roja 33’an de berdewam dike. Welatiyên ji ber zilma DAIŞ’ê direvin xwe digihînin herêmên bi ewle yên şervanên meclisê lê ne. Ji jinên xwe gihandîn herêmên bi ewle dayika Ayyus bi erebî û tirkmenî dizane.
'Ti zilam ser jinan nesepandi nemaye'
Ayuus a ku ji nêz ve şahidî ji zilma DAIŞ’ê re kirî wiha axivî: “Mala me şewitandin. Zarok, jin, ciwan her kes bi hovane qetilkirin. Tê idiakirin ku musulmanin, di kijan pirtukan de zilmkirin hatiye nivîsîn. Em her roj ji bo şervanên meclisê duayan dikin, ew nebana emê dibin zilam DAIŞ’ê de bimana. Kes ji DAIŞ’ê razî nine. Em li benda azadiya axa xwe ne.”
Ji Minbicê dimenên despêkê
Li eniya başurê rojhilatê bajêr pêşdeçun berdewam dike, li gel pêşdeçunê welati jî ber bi herêmên ewle ve diherikin. Nûçegihana me ya eniyê dişopîne, xwe gihand dimenên despêkê yên hindirê bajêr deverên atine azadkirin.
(zt)