Çinara berxwedanê Meryem Kulter

12:40

JINHA

ŞIRNEX – Meryem Kulter a 105 salî ji salên 90’an heya niha zilma dewletê û berxwedana malbata xwe vegot. Meryem diyar kir ku di berxwedana rêveberiyên xweser de 4 kes ji malbata wan jiyana xwe jidest da û ev 38 rojin ji Hurşît Kulter ji agahî nayê girtin û got: “Dewlet demboriya malbata me pir baş dizane. Em ji 7 heta 70 saliyan li hemberi dewletê serbilind sekinîn û emê vê sekna xwe berdewam bikin.”

Her malbatek Kurdistanê bi awayekê şahidî ji zilma dewletê re kiriye û bedel daye. Yek ji van jî malbata Kulter zilma dewletê dîtiye û li hemberi wê berxwedan nîşandaye. Guhdarkirina li ferdên malbatê tê dîtin ku tiştên jiyan kirî cewherê zilam gelê kurd ditiye. Malbata Meryem Kulter a 105 sali jî ji salên 90’an heta niha di nava berxwedanê dene û bedel daye. Ji malbatê M. Sait Kulter, Cemil Kulter, Abdullah Kulter û Hediye Kulter di nava berxwedana rêveberiyên xweser de jiyana xwe jidest dan. Rêveberê DBP’ê Hurşît Kulter ê ku Taxa Yenimaleyê neterikand, li hember êrîşên qirkirina nijadi li ber xwe da di 27’ê gulanê de hat binçavkirin, lê 38 rojin agahî jê nayê girtin û aqubeta wî ne diyare.

Çinara malbatê Meryem Kulter a 105 sali ji salên 90’an heya niha zilma dewletê vegot. Meryem diyar kir ku di salên 90’an de ji ber sepandinên dewletê yên cerdevaniyê wan gundê xwe yê li Herêma Besta hêlan û hatin li nava Şirnexê bicîbûn û wiha domand: “Em ji 7 heta 70 salî li hember dewletê sekinîn û emê wê sekna xwe berdewam bikin.”

'3 mehan em ji malê derneketin'

Meryem dema ku qala sekna malbata xwe ya li hember hêzên dewletê dike, di heman demê de bilêv kir ku politikayên dewletê ji nehatine guhertin û her diçe xiratir dibe. Meryem wiha qala jiyana li Herêma Besta jî kir: “Leşker hatin herêma me, zilma mezin li gel kirin. Ji ber wan tindiyan gelekan koçkirin. Di zivistanê de leşker hatin gundi tehdidkirin ji bo gund bedrin. 3 mehan em ji malê derneketin û me ji cîranên xwe jî agahî nedigirt. Rojekê keyayê gund em li ber çeşmeya gund komkirin. Leşker hatin ji me xwestin, em barê daran li dewarên xwe bikin û heya gundek dinê bibin. Bi vî awayî berdewam kir. Her dem leşker dihatin hemû mêrên gund kom dikirin û îskence li wan dikirin.

'Me cerdevanî ne pejirand'

Meryem destnîşan kir ku dewletê bi zorê cerdevanî ser wan ferqdikir lê malbata wê nepejirand û wiha berdewam kir: “Heya demekê bi vî awayî îskence berdewam kir. Paşê jî leşker mal bi mal geriyan û xwestin hemu gund bikin cerdevan. Dema ku em nebu cerdevan em ji gund derxistin. Dema ku me cerdevanî ne pejirand, serê sibê em rabûn hemû bîstanên me şewitandine. Lê me biriyara çi dibe bila bibe emê serî netewînin û nebin cerdevan girtibû. Ji bo wê jî destur nedan em li gund bimînin. Em jî ji Herêma Besta derketin hatin Navenda Şirnexê.”

'Li Şirnexê ji dewletê dest ji me berneda'

Meryem da zanîn ku piştî ew hatine navenda Şirnexê ji dewletê belaya xwe ji wan venekiriye û wiha dom kir: “Her roj mêr dibirin qereqolê îskence dikirin. Bavê Hurşît jî du hefteyan di îskencê de ma, dema hat malê bin nînokên wî hemû reş bûyîbû. Hemu malbata me di van iskenceyan re derbasbuye. Dewletê dest ji me berneda, ez 105 salîme her dem bûme şahidê zilma dewletê. Lê dê gelê kurd li hemberî vê zilmê berxwedanê berdewam bike. Kurd bi qetilkirinê na qede, berevajî zêdetir li ber xwe dide.”

'Ji 7 heta 70'ê salî me li ber xwe da'

Meryem derbirî ku ji salên 90’an heya niha dewlet politikaya çokdanînê ser wan dimeşîne û herî dawî jî wıha got: “Ez 105 salî me, cardin bi heman şêweyî dewlet ser me dixwaze polîtîkaya çokdanînê têxe meriyetê. Cardin jî em li ber xwe didin û me axa xwe neterikandiye. Di salên 90’an de mirov digirtin û winda dikirin, niha jî heman hişmendiyê berdewam dikin. Hurşît ev meheke windaye, dewlet politikaya xwe ya qirêj berdewam dike. Dewlet pir baş demboriya malbata me dizane. Ji 7 heta 70 salî me li hemberi dewletê li ber xwe daye, niha jî emê bi heman şêweyî berdewam bikin.”

(zt)