Li gel astengiyan jî cenazê Mehmet ê hat definkirin

13:50

JINHA

AMED - Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ji bo şewata daristanên ku ji aliyê tîmên taybet ve hate şewitandin vemirine derket lê hate qetilkirin ligel hewldanên polîsan ên texrîbkirinê li Amedê hate definkirin.

Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ya Amedê ji bo şewata daristanên ku ji aliyê tîmên taybet ve hate şewitandin vemirine derket lê hate qetilkirin ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Ji ber ku di dema êrîşê de ji malbatê 34 kes hatin binçavkirin cenaze 2 roj dereng hate wergirtin. Cenaze bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê anîn Goristana Yenîkoyê. Piştî nimêja cenaze ber bi cihê ku bê definkirin ve meşiyan.

Dema ku ketin goristanê polîsan pêşiya gel girtin û xwestin ala PKK'ê ya li ser darbestê bê rakirin. Malbatê li hemberî polîsan nerazîbûn nîşan da û bi ser barîkata polîsan de meşiyan. Di vê navberê de polîsan gazî TOMA'yan kirin û gefa êrîşê xwarin. Polîsan xwestin mudaxaleyî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak bikin. Lê gel destur neda.

Gel barîkat rakir

Welatiyên ku barîkata polîsan derbas kirin dirûşmên "Şehîd namirin" "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin û hatin cihê gorê. Cenaze bi çepak û tîlîliyan ve hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û ji bo gelê kurd sersaxî xwest. Ayşe bilêv kir ku ev saleke li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin, tehamulî cenazeyên wan jî nayê kirin lê ew ê li hemberî vê yekê bêzar nebin, heta dawî xwedî li têkoşîna yên ku jiyana xwe ji dest didin derkevin. Ayşe anî ziman ku gelê kurd wekê salên borî dê dîsa destan binivîsîne.

Piştî axaftinan gel ji bo sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Hevedanê bûn.

(zt)