Li Licê zarokê 3 saliyê nexweş jî rêkirin girtîgehê
14:11
JINHA
AMED - Zaroka 3 salî yê bi navê B.K. a Mercan û Selîm Kocakaya yên ku bi îşkence hatin girtin bi dayik û bavê xwe re şandin girtîgehê. Zarokê ku ji ber di qirika wî de parçeyê goşt heye nikare bi rehetî biaxive li bendê bû di van rojan de bê emeliyatkirin.
Li gundikê Mehlê ya bi ser gundê Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê leşkeran bi serdegirtinê de ji heman malbatê 28 kes bi îşkenceyê binçav kiribûn û ji wan 12 kes duh hatibûn girtin. Di nava yên hatin girtin de Mercan Kocakaya û Selîm Kocakaya jî hene. Zarokê wan ê 3 salî ya bi navê B.K. ji ber ku temenê wî biçûk e bi dayika xwe re şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Zarokên wan ên 10, 8 û 5 salî ne jî dan cem xizmên wan.
Hate hînbûn ku ji ber parçeyê goşt di qirika zarokê 3 salî de heye bi rehetî nikare biaxive. Heke malbat nehata girtin dê rojên pêş bihata emeliyatkirin.
(zt)