'Em ê govenda azadiya Minbicê di Cejina Remezanê de bigirin'
15:57
Dezîn Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC- Şervanên Hemleya fermandar Feyîsel Ebû Leyîla ku di 1'ê hezîranê de ji bo rizgarikirina Minbicê destpêkiribû, serketin û pêşveçûnên xwe di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de wiha anîn ziman: "Çend roj mane ku em Minbicê rizgar bikin. Em ê cejnê jî li wir bi gelê Minbicê re pîroz bikin."
Ev meheke hemleya Fermandar Ebû Leyîla berdewam dike. Şervanên ku tê de cihê xwe girtine destkeftiyên ku hatine bidestxistin ji JINHA'yê re vegotin.
Fermandarê Yekîneya Şems El Şemal Îbrahîm Hisên yê ji Taxa Mesakin Henano ya bajarê Helebê ye, wiha axivî: "Ev meheke ez cihê xwe di nava Hemleya Fermandar Şehîd Feyîsel Ebû Leyîla de digirim. Moralê me pir bilind e. Her ku diçe em hîn zêdetir gavên serkeftinê davêjin. Em duh bi qasî çar saetan dorpêçkirî man, hevalên me alîkariya me kirin û em ji wê dorpêçê rizgar kirin. Kêm gav di navbera me û DAÎŞ de mabû, lê em bi selametî ji dorpêçê xelas bûn. Ev meheke em di berxwedanê de, em ê her wisa berdewam bikin û xewna Şehîd Feyîsel Ebû Leyîla bi cih bînin."
'Tucaran moralê me yê têkoşîn û serkeftinê kêm nebûye'
Fermandarê Yekîneyên Şems El Şemal Mûsa El Ehmed serketinên xwe yên di eniyên berxwedanê de wiha anî ziman: "Ev meheke Hemleya Fermandar û Şehîd Feyîsel Ebû Leyîla destpêkiriye, di hemleyê de her roj serkeftinên mezin tên bidesxistin. Gelek gund hatin rizgarikirin, sivîl ji komkujiyan hatin xilaskirin. QSD'ê alîkariya gelê koçber dike û pêwîstiyan ji wan re peyda dike. Fermandarê giştî yê Yekîneyên Şems El Şemal Feyîsel Ebû Leyîla hevalekî pir hêja bû, em bi şehadeta wî bandor bûn, lê tucaran moralê me yê têkoşîn û serkeftinê kêm nebûye. Fermandar Feyîsel Ebû Leyîla di dilê me hemuyan de xwedî cihekî giring e û li ber dilê me pir hêja ye. Rast e hemle zehmetiyên xwe jî hene, lê em ê heya dawiyê ji bo rizgarkirina Minbicê û xelaskirina sivîlan ji dagirkeriya DAÎŞ'ê têkoşînê bidin meşandin, rizgarkirina Minbicê li ser çend rojan maye."
'Em ê di çend rojên pêş me de rizgarkirina Minbicê diyarî şehîdên xwe bikin'
Fermandarê QSD'ê Qehreman Minbic jî diyar kir ku ev hemleya Minbicê di 1'ê hezîranê de hatî destpêkirin ber bi serketinê ve berdewam dike û wiha got: "Hemleya Minbicê ku di 1'ê hezîranê de hate destpêkirin gelek destkeftî bidestxistin, gelek gundên stratejîk ji bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ hatin rizgarkirin. Nikarîbûn li ber berxwedana şervan û hevalên me biserbikevin, em gihiştin Minbicê, çeteyan derdora Minbicê xendekek pir mezin çêkiribû. Em derbasî Minbicê aliyê îzazê bûn, her wiha em derbasî rêya Bab'ê bûn. Çeteyan dixwestin ku di rêya Bab'ê re birevin, lê hevalên me rê ji her çar aliyan ve li derdora çeteyan girtin. Di berxwedana hevalên me ya rizgarkirina rêya Bab'ê de 160 çete hatin kuştin. Piştî wê me zanîngeha El Itîhad jî derbas kir, me Mekteba El Şerîee ya ku çeteyan ev nav lê kiribû ku xwedî cihekî stratejîk e bidestxis. Niha jî çete di tengaviyê de ne, li gorî agahiya gundiyan 200 birîndarên wan hene û li nexweşaniya wan a bi navê Aîşe tên dermankirin. Em ê çend rojên pêşiya me rizgarkirina Minbicê diyarî hevalên xwe yên şehîd û gelê xwe bikin. Emê govenda xwe ya mezin di cejinê de bi gelê Minbica rizgarkirî re bigerînin."
(hs/zt)