Mamosteyên Girkê Legê tecrîd şermezar kirin
17:49
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Mamosteyên Zimanê Kurdî bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mamosteyên Zimanê Kurdî li bajarokê Girkê Legê bi daxuyaniyekê bertek nîşan dan. Mamosteyan gotin: "Li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hêzên navnetewî bê deng dimînin, em bêdengiya wan şermezar dikin."
‘Em weke mamoste li hember tecrîdê bêdeng namînin’
Daxuyanî ji hêla mamoste Narîn Ehmed ve hate xwendin. Narîn got: "Em weke mamost û perwerdekarên vê civakê li hember tecrîdê bêdeng nemînin. Her wiha em bêdengiya dewletên navnetewî li hemberî vê rastiyê şermezar û lenet dikin. Em soz didin ku emê li ser rê û felsefeya Rêber Apo bimeşin heya ku azadiya wî misoger bibe. Ji ber em bawerin ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî Kurdistanê ye. Divê kesên ku dibêjin em azadîxwaz û demokratin li hember vê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin bêdeng nemînin û bertek nîşan bidin."
Piştî xwendina daxuyaniyê, mamosteyan bi yek dengî diruşmên ‘Bijî Rêber Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bilind kirin.
(rd/hs/zt)