Kampaniya komkirina îmzeyan berdewame

17:59

JINHA

QAMIŞLO - Kampaniya îmzeyan ya ku Buroya Pêwêndiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi lez didome.

Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe bi rêxistinan re didomîne. Heyetek ku ji endama buroyê Qedrîya Hisên, endama rêveberiya Kongra Star Mîdiya Mihemed, endama TEV-Dem a Qamişlo Azro Temo pêk hat, bi Desteya Şaredariyê, Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan, Rêxistina Aşûrî Demokratîk, Lijneya Jina Aşûrî, Komeleya Aşûrî ya Hevgirtin û Alîkariyê hevdîtin çêkirin. Van saziyan piştgiriya xwe ji kampaniyê re dan nîşandan.

Kampaniya Îmzeyan a şermezarkirina tecrîdê hîn berdewam e.

(cg/hs/zt)