Dê jinên Geverê di nava avahiyên xirabûyî de cejnê pîroz bikin
09:01
JINHA
COLEMÊRG - Welatiyên Geverê îsal dê cejna xwe bi xemgînî di avahiyên hilweşandî de derbas bikin. Welatiyên ku avahiyên wan hatî hilweşandin û şewitandin li hemberî hemû tiştan dîsa cejnê bi hêvî pêşvazî dikin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî 79 rojan qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Welatiyên vegerayî bajarê xwe li hember bajarek hilweşandî û şewitandî ru bi rû man. Welatî dê îsal cejna xwe ji aliyekê bi xemgînî aliyê din jî bi hêvî pêşwazî bikin. Bi salane ku welatiyên Geverê cejnên xwe bi gorî kevneşopî û çanda xwe bi kelecanek mazin pîroz dikirin lê mixabin îsal dê cejna xwe di nav avahiyên hilweşandî de derbas bikin. Jinên Geverê jî dibêjin dewletê çi rewşa cejnê nehiştiye. Dayika bi navê Hamîde Akgul (58) jî diyar kir ku dewletê kîna xwe li ser bajarê me pêk aniye.
Dayika Hamîde qala cejên derbasbûyî kir û got: “Em jinên taxê bi hev re diçûn mizgefê me nimêja xwe ya cejnê dikir. Paşê jî yek bi yek diçûn cejna hemû kesa pîroz dikirin. Lê mixabin îsal avahiyên me jî nehiştin. Mizgeftên me hat şewitandin. Me kedên xwe dan avahiyên xwe û derdorên xwe lê keda me jî windakirin. Berê me xwarinên hemû cîranên xwe çêdikirin û bi hev re xwarina cejnê dixwarin. Lê niha ne cîran ne jî avahî hiştin. Kes derdorên me nehiştin."
'Zilmê dikin û piştra jî dibêjin em misilmanin'
Dayika Hamîde da zanîn ku hêzên dewletê bi navê misilmaniyê zilmê li wan dikin û wıha domand: "Hikûmet ji xwe re misilman dibêjin, lê ev ne misilmantiye. Kes derdorên me nehiştin ne zarok hiştin da ku şekiran kombike, ne cîran ne jî malbat.”
Hamîde bertekên xwe ji bo Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Emîne Erdogan ji anî ziman û got: "Erdogan kafire, eger ne wisa ba ev bi serê me nedanî. Avahiyên me bi serê me de hilweşandin. Emîne jî dibêje ku ew çûme hecê. Ew ne heciye. Mislimantî ne ew e. Avahiyên welatiyan hilweşinin, zilmê dikin, me koçber dikin piştra dibêjin em misilmanin. Em heya hêbin nifrê me dê li ser Erdogan be."
'Em ê cejna xwe di nav avahiyên hilweşayi de pîroz bikin'
Dayika Reyhan Yaşar a 75 salî jî cejna îsal wek 'Cejna Reş' binav kir û ji bo ciwanên jiyana xwe ji dest dayî jî xemgîniya xwe anî ziman. Reyhan li ser hemû xemgîniyên xwe dê cejnê pîroz bike û wiha pê de çû: “Îsal cejin tuneye. Roja cejnê em ê li ber deriyê avahiyên hilweşandî pîroz bikin. Dema ku bû nîvro wê demê jî em ê di nava baxçê xwe de xwarina xwe bixwin. Cejna xwe avahiyê xwe de pîroz bikin. Gelek ciwanên me jî jiyana xwe ji dest da ji bo wê jî em gelek xemgînin."
'Ti wateya cejna îsal nehiştin'
Zelîha Ozer (35) jî got: “Avahiyên me ne wek bedenên me yên ciwan biqedrin. Em ji bo ciwanên xwe gelek xemgînin. Lê em ê cejnê pîroz bikin. Dilê hemû dayikan şewitandin, lê em bawer dikin ku serkeftin ya me ye. Em ê cejna xwe di nav avahiyên hilweşandî de pîroz bikin. Di dawiyê de jî jina bi navê Sabriye Yurek (40) jî axivî û wiha got: "Xemgîniya me ew e û îsal me ji bo zarokên xwe cil negirtin. Ji ber wê ji cejin ji bo me îsal bê wateye."
(kom/zt)