Welatiyên Licê goristanê paqijdikin

09:30

JINHA

AMED - Li navçeya Lîcê ku di 23'ê Hezîranê de "qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin şevê din bi dawî bu. Piştî di qedexeyê de hêzên dewletê goristana endamên PKK'ê wêran kir, welatî û siyasetmedaran çûn goristan qedexe kir.

Li navçeya Licê ya Amedê di 23'ê Hezîranê de "qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin. Qedexe şevê din bi dawî bû. Di qedexeyê de hêzên dewletê li aliyekî daristan şewitandin, li aliyê din goristana endamên PKK'ê wêran kiribû. Di operasyona ku zêdeyî 10 hezar meşker beşdar bûbû gelek zerar da welatiyan. Piştî operasyon bi dawî bû Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîlên HDP'ê Sîbel Yigîtalp û Nursel Aydogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatin gundê Kerwasê yê ku 4 kes lê hatin qetilkirin ziyaret kir. Heyet jir goristana endamên PKK'ê ya li Gundê Sîsê ziyaret kir. Heyetê goristana "Şehit Amed û Şehit Hevidar" ziyaret kir û gorên ku hatibûn xerakirin komî ser hev kirin û derdor paqij kirin. Heyet piştre derbasî gundê Derxusê bû. Siyasetmedaran li gel welatiyan di saetên serê sibê de çûn goristan paqij kirin û paqiya gorê didome.

(zt)