‘Emê ji bo şopa guleyên li bedena Cemreyê bijîn’
09:43
JINHA
ÎZMÎR-Ji Jinên Yeryuzu Sultan Eylem Keleş ku mudaxaleya polîsan a li dijî bibîranîna Eylem Ataş ya di 29’ê Hezîranê de pêk hat, şermezar kir got: “Emê ji bo şopên guleyan yên li bedena xwişka xwe Cemre Heval bijîn. Eylem di hişê me de ye û ti car wê ji hişê me dernexin.”
Şervana BOG Eylem Ataş di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dets da û di rojên borî de bi banga partiya Şoreşger li Alsancaka Îzmîrê komek ji bo bîranîna wê hatin cem hev. Lê polîsan êrîş kir û 19 kes binçav kir. Di dema mudaxaleya polîsan de Sultan Eylem Keleş di milê wê de gelek cih derizîn. Eylemê got ew encama jinên Yeryuzuye û tiştên roja bûyerê jiya vegot.
‘Eylemê têkoşîna jinê bilind kiriye’
Sultanê got Eylem Ataşê damezrîneriya Jinên Yeryuzu kiriye û got: “Di vir de aktîf xebitiye. Rol girt. Eylem Ataşê têkoşîna rizgariya jinê bilind kiriye. Li dijî çeteyên çavsor, tecawizkar rolek mezin lîstiye. Di pêngava Mînbîcê de li eniya pêş berxwe daye. Ji ber em hevala xwe bibîr bînin ez beşdarî bibîranînê bûm.”
‘Di dema mudaxaleyê de di hestiyê piyê min de derizandin çêbû’
Sultanê destnîşan kir ku di dema daxuyanya çapemeniyê de rastî mudaxaleya polîsan hatine û got: “Polîs ji xwe bi biryara walî daxuyaniya me qedexe kiribû. Divê me li ber Halk Bankê daxuyanî bida lê walîtiyê destur neda. Piştre me bi HDP’ê re hevdîtin kir û me şermezarkirina komkujiyên daristanên Licê û bîranîna Eylemê kir ye. Me biryar da em li Erbîl Suel bên cem hev. Em di 19.00’an hatin ber Erbîl Suel. Polîs û wesayît li dorê sekinîbûn. Dora me girtibûn. Ketin nava me. Hevalên me bi erdê re kaş kirin. Di vê navberê de hestiyê milê min derizî.”
‘Ezê gilî bikim’
Sultanê bi lêv kir ku malên hucreyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê hene lê kest mudaxaleyê vana nake û got: “Daxuyaniya me bi hinceta propagandaya rêxistinê tê astengkirin. Em 19 kes hatin binçavkirin. 10 heb hatin berdan.Em 9 heval jî derxistin dozgeriyê. Min gilî kir. Dozgeriyê ji bo girtinê em sewqî dadgehê kirin. Lê em hatin berdan. Ezê têkildarî mijdarê de gilî bikim.
‘Wê têkoşîna Eylemê bidome’
Sultanê hevala xwe Eylem Aktaş wiha vegot: “Eylem xwişka me bû. Me bi hev re têkoşîna rizgariya jinê meşand.Eylem wê di hişê m ede, bîranîn û têkoşîna me de hebe. Emê ji bo şopa guleyên li bedena wê bijîn.”
(mb-oo/hu)