‘Rayaye hatiye dayîn berdewama polîtîkahiyên dijminahiya jinê ye’
10:22
JINHA
ENQERE- Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kiribûk u wê rayeya zewacê bidin miftiyên bajar, navçe û muxtaran. Piştî vê beretkên jinan zêde bûn. Jinan têkildarî mijarê de nirxand kirin û gotin ev raye berdewama polîtîkayên dijminahiya dinê ya ji roja AKP bûye desthilatdar daye destpêkirinê ye.
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Koma Meclîsê ya Partiya xwe de axivî û got wê rayeya zewacê bide miftiyên navend, navçe û muxtaran. Li ser vê pêkanînê fikar hene ku pêşiya zewacên zarokan û pir zewaciyê bê vekirin û her wiha mudaxaleya li hemberî qezencên jinan ku bi têkoşîna mezin bidestixistine mijara gotinê ye. Jinan têkildarî mijarê de dan zanîn ku bi vê rayeyê re wê li dijî mafê jin û zarokan binpêkirin derkeve holê.
‘Rayeya tê dayîn çi dihundirîne?’
Ev sererastkina dayîna rayeyê di dema serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu de hatibû dayîn û di Pakêta Ewlehiya Hundir de cih girtibû. Li gorî vê sererastkirineke wekê ‘Wezaret dikare peywir û rayeya zewacê bide muxtaran.’ Ligel muxtaran wê bidin miftiyan jî. Newekheviya mehra olî û fermî wê bê rakirin.
Rayeya tê dayîn çi hedef dike?
Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 14 salan de dijminahiya xwe ya li dijî jinê bi gotinên parlamenter, wezîr û polîtîkayên jinan li her qadê derxistiye pêş me. Gotinên Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Nizam keç e, jin e’, ‘Her kurtajek Qilabaneke’ û gotinê Ahmet Davutoglu yên wekê ‘Her jina zarokê tîne dinê peywira xwe ya ji bo welat tîne cih’ polîtîkayên jinan anîne ziman.
Serokwezîrê nû Bînalî Yildirim jî pêngaveke din pêşde çû û raste rast mudaxaleyê mafên jinan yên hatiye qezenckirinê kir.
Bi rayeya ku ji bo muxtar û miftiyan tê dayîn, tê texmînkirin ku wê temenê zewacê bikev bin 16’yî û pêşiya pir zewacê bê vekirin. Her wiha bi vê re wê pêşiya cezakirina tecawikar û tacîzkaran jî bê girtin, jin û zarok wê bi van mêran re bên zewicandin.
‘Berdewam polîtîkayên dijminê jinê ye’
Endama Kolektîfa Femînîst a Enqereyê Gokçe Avcioglu têkildarî mijarê de got: “Jinan di encama têkoşînê de mafê destberdan, parvekirina mal û mîrateyê bidetxistibûn. Ev êrîşeke li dijî van mafane. Hikûmeta AKP’ê ji roja bû desthilatdar polîtîkayên dijminahiya jinê dimeşîne. Ev jî berdewama wê ye. Bi vê pêkanînê re zewacên di temenê biçûk de, pir zewacî tê rewakirin. Jin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Endama Koordînasyona KJA’yê ya Enqereyê Sevgî Kîşîn got bi giştî nizanin ku qanûn çi dihundirîne û got: “Ev ne zelalî me dike nava fikaran. Berê jî Ahmet Davutgolu qanûnen taşeronê wek ‘mizginî’ li gel da bihistin û lê piştre gelek kêmkirin dan ber karkeran. Sevgiyê wiha berdewam kir: “Em bawer nakin ev hikûmet bo başiya jinan qanûnê bîne. Ji ber vê em bi baldarî nêz dibin. Ya herî zêde me dikev fikarê zewacên zarokane. Ger rayeyê bidin miftiyan wê ev zêdetir bibe. Em dizanin ku ev welat hemû ne mislimane. Ev jî wê zextê pêk bîne.”
‘Wê rê li binpêkirina mafan vebike’
Endama Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) Hatîce Kapusuz got: “Bi salane tevgera jinan parastina mehra fermî dike. Ev jî mafên jinan esas digire. Ger pergala mehrê navendî bibe wê mafên zewa zewacê, piştî destberdanê bidparêze. Rakirina navendîbûnê wê mafên jin û zarokan ji holê rake.
(de/hu)