‘Ji berxwedana Botanê ditirsin’

10:47

JINHA

ŞIRNEX – Welatiyên Şirnexê ku li bajaroka Nerex di konên vedane de jiyana kolektîf dimeşînin, li bende rabûna qexedeyê ne. Welatiyan gotin: “Dewlet ji Botanê ditirse. Bi salene bû keleha berxwedanê. Ji ber vê dewlet çareyê di hilweşîn û komkujiyan de dibîne. Lê em dest ji berxwedanê bernadin.”

Piştî êrîşên ku dewletê li Şirnexê meşand şûnde welatî bi zorê ji malên wan hatin derxistin û li gundên derdorê bicih bûn. Şirnexiyên li gundê Nerex konên li kontaran vedan, dipên ku Şirnex vebe. Gelê Şirnexê ku salên 90’î jiyan diyar kirin ku tiştên niha tên jiyîn qat bi qat ji salên 90’î girantire.

‘Ti serdemeke dewletê ne başe’

Rahîme Gungen ku girên bilind yê Nerexê kon veda û berxwedana zarokên xwe yên li Şirnexê berdewam dike got dewlet ji Botanê ditirse. Rahîmeyê wiha berdewam kir: “Di salên 90’î de dewletê em hepsê malê kirin. Em 3 rojan derneketin derve. Keçikek min ji tîbûna nemabû dimir. Min jî her tişt da ber çavan û ez derketim derve ku avê bigirim. Çawa derketim leşkeran ez gulebaran kirim. Min bi zorê xwe avêt hundir. Piştî 3 rojan em derketin. Li hewşên malan mirovn qetil kiribûn. Dewlet ti carî ne baş bû. ji Botanê tirsiya. Berxwedana me jî her tim hebû.”

‘Botan keleha berxwedanê ye’

Nurê Gungen jî got wê li xaka ku zarokên wan şoreş kirin têkoşîna xwe bidomînin û got: “Dewletê em bi zorê ji malên me derxistin. Piştî em derketin zarokên min man. Ji bo xaka xwe li dijî dijmin şer kirin. Sê mehan li kolanan şoreş afirandin. Em jî neçûn bajarên din. Ji ber divê me piştgirî bida zarokên xwe. Di salên 90’î de bi awayekî giran êrîşê me kirin. Lê dijî îradeya zarokên me nekarî bikevin kolanan. Botan dibe xewna wan ya bi tirs.”

(aı/hu)