‘Li hemberî hemu zilmê em li vêdrê man emê hina jî bimînin’

11:32

Beritan Canozer - Medine Memedoglu / JINHA

AMED – Yê ku di nava mezrayên taxan de şahidî ji îskenceya leşkeran re kirî got: “Konek ê Erdal û malbata xwe di bin de jiyan dikir hebû, leşkeran êrîşî wî konî kirin. Herî dawî li binê darê min cenazeyek dît, di nava xwînê debû. Leşker ser re derbasdibûn diçun. Di hat dîtin êdî jiyana xwe jidest daye, lê leşker jêndigeriyan.” Y dazanîn ku ji demboriyê heya niha wan gelek zilim ditiye û wiha domand: “Li hemberî hemû zilmê em li vêderê man, bi ti deveran de neçun. Emê cardin li vêderê bimînin.”

Beri 4 rojan leşkeran ser Mahle ya mezraya gundê Kerwaşê Lice ya Amedê de girtin. Di serdegirtinê de 3 kes bi iskenceyê qetilkirin û 27 kes jî girtin binçavan. Ji yên girtin binçavan 12 girtin û 15 berdan. Ji yên bi îskencê qetilkirin Mehmet Şirin Kocakaya li Goristana Yenikoya Amedê definkirin. Şahidan tiştên li mezraya Mahleyê hatine jiyandin vegotin û dan zanîn ku çî dibe bila bibe ewê dest ji axa xwe bernedin.


'Leşker dihatin mezrayê navber didanê'

Şahidê buyerê yê zindî Y destnîşan kir ku leşker hertim dihatin li mezrayê lêgerîn dikirin û wiha berdewam kir: “Ez navê xwe nadim, ji xwe nîvê gund girtine. Em çend kes mane. Em tehdid kirine ji bo wê jî ez navê xwe nadim. Ji xwe dema diçun keşfê dihatin vêderê navber didanê av û xwarin dixwarin. Ji bo pirsgirêk dernekeve me jî dengê xwe nedikir. Me av û xwarin jî didayê. Heta hindirê mala me jî dihatin, me dengê xwe nedikir. Dema ku qedexeya derketina kolanan ilan kirin, li hemu gund geriyan. Hina nedizanî em kine, çek dirêjî me dikirin. Paşê hemu gundi derxistin derve.”

'Leşkeran pêl cenazeyan dikirin'

Y wiha dom kir: “Leşkeran êrîşî konê ku Erdal û malbata xwe di bin de bun kirin. Paşê dengê qêrînan bilindbu. Despêkê ji bin kon agir derket. Agir çawan derket nizanim, lê li gori vegotinan leşkeran agir pêxist. Ji xwe hina dibin kon de li Erdal dixistin. Paşê jî ji bo şer berdewam bike her kesên çun wê li wan xistin. Her kes bi erdê ve kaşkirin û xistin hindirê wesayîtên zirxî. Ji ber îskencê kesê xwe li ser lingan nedigirtin, lê hemu bi heman şêweyî komkirin û birin. Herî dawî li binê darê min cenazeyek dît, di nava xwînê de mabû. Li ser kincek rengê tarî li serbû. Leşker ser serê wî sekinîbûn, pêlê dikirin û derbasdibûn. Diyarbû êdî jiyana xwe ji dest dabû, lê leşkeran jê nedigeriyan.”


'Ji ber xwarin û vexwarinê 20 TL danîbûn malê'

Y bilêv kir ku Mehmet Şîrîn jî ji aliyê dinê yê gund darbkirin û anîn, hemu mertalên zindî girtin binçavan. Piştî ku her kes girtin binçavan û bi leşkeran re şandin, paşê hatin mezrayê. Leşker hatin ketin hindirê du malan. Dema ku dîtin ez li wan dinêrim, hatin ez şiyar kirim û telefona min mêze kirin. Leşkeran ji min re gotin: ‘Tiştekê ji kesê re nebêje, yan jî dê dawiya te weke ya wan be.’ 5 rojan li vê mezrayê man. Beriya buerê rojekê hatin, piştî buyerê 3 rojan derketin. Di malên lê diman de banyo kirin, xwarin xwarin, razan heta çun. Heta mirovên li mala wan jî diman, darb kirin û birin. Roja ku çun hatin ji bo min gotin; ‘Me mala te xebitand, li cihê tiştên me xwerî me 20 TL ser bozdolabiyê daniye.’ Gelek li zora min çu, lê tenêbûm ji bo wê min dengê xwe nekir. Ez tirsiyam tiştekê li me bikin.”

'Kes nikare me ji axa me derxe'

Herî dawî Y operason wiha nirxand: “Digotin: ‘Me ji bo esrarê operason kiriye’ lê hina em nizanin kê esrar çandiye. Belê dibe ku çend malên esrar çandî hebin, lê ewqas ne pirin. Ji xwe esrara çandi jî hina nu tê hin mezin nebuye. Ez bawernakim bi zanebun çandibin, ji ber êdî kes esrarê na çîne. Bi hinceta esrarê daristanên me şewitandin. Ne daristan man, ne ji qadên şîn. Di şewatê de heta sewalên me jî mirin. Di salên 90’an de em biçukbun, lê tiştên me jiyan kirî tê bira me. Îro hovitiyek ji wê mezintir l ime kirin. Dîsan jî em ji gundê xwe naçin. Li hemberî hemu zilmê em li vêderê man û emê hîna jî bimînin. Kes nikare me ji axa me biqetîne.”


(zt)